Ji kesên di komkujiyê de birîndar bûn fatureya 'xizmetê' birîn

10:56

JINHA

ENQERE - Ji kesên di komkujiya Enqere de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê di bi navê "xizmeta otelvaniyê" de ji her yekî re 180 TL û 450 TL. pereyê razanê xwestin.

Li Enqere kesên di komkujiya 10'ê cotmehê de birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên Zanîngeha Enqere û Nexweşxaneya Îbnî Sîna di bi navê "pereyê nivînê" digirin. Ji kesên anîn nexweşxaneyê û qeyda wan çêkirin û piştî dermankirinê taburcu bûn ji 180 û 450 TL pere digirin.

Mîqdara pere li gorî dema birîndar li nexweşxaneyê mayî dîyar dikin. Li beşên nexweşxaneyan ên lezgîn SGK jî pere nagire li nexweşxaneyên zanîngehên kesên li beşa lezgînî mudaxeleya wan kirin û pişt re derxistin odeyê ji nexweş û xizmên wan re ji aliyê Hesbagiriya Sermayeyê ve meqbuz jê de tên birîn.

Dema nexweş ji nexweşxaneyê derkeve jî sermayeya nexweşxaenyê li gorî rojên nexweş li nexweşxaneyê mayî di bin navê "xizmetên otelvaniyê" pereyê nivîsan ji nexweşan digire.

(rc)