Xebatkarên tenduristiyê: Em ê erkên xwe yê mirovahî bi cih bînin

11:47

Têkoşîn Tekîn/JINHA

AMED - Şandeya TTB'ê ya Enqere û Eskîşehîrê diyar kirin ku êrîş û astengiyê li dijî xebatkarên tenduristî yên Kurdistanê Bijîşk Ebru Basa û Neşe Yilmaz ne ehlaqiye û gotin: "Em êrîş û tehdîtên li dijî xwe qebûl nakin. Em ê van êrîş û qetilîamên ku pêk tên napejrînin. Xizmetên ku ji destê me bê em ê pêk bînin."

Yekîtiyên Tabîbên Tirkiyê (TTB) ji bo ku balê bikşînin ser pêvçûnên li herêmê û êrîşa li dijî xebatkarên tenduristiyê Civîna Lijneya Rêveberiya Gitî li Amedê pêk anîn. Xebatkarên tenduristiyê bi armanca nirxandina rewşa şer û avakirina şert û mercên xizmetên tenduristî ji her aliyê Tirkiyê beşdarî civînê bûn. Şandeya TTB'ê ya Enqerê Bijîşk Ebru Basa destnîşan kir ku, li herêmê huquqên şer ên navnetewî hatine îhlal kirin û wiha got: "Li herêma ku pevçûn lê tê jîn, destnedayîna tesîsatên tenduristî û xebatkarên tenduristî heye. Di vê mijarê de huquqên gerdûnî hene. Hevpeymana ku Komara Dewleta Tirkiyê îmze avêtiye binî heye. Li gorî wan hevpeymanan tev nagerin."

'Ne tenê tehdît û tundî li xebatkarên tenduristiyê dikin her wiha qetil jî dikin'

Ebru da zanîn ku şertên xizmetê yên xebatkarê tenduristiyê ji holê hatî rakirin û bi lêvkir ku, ji bo ku xebatkarê tendursitiyê xizmetek baş bikin divê şertên wan bên sererast kirin. Ebru destnîşan kir ku, li herêmên ku pevçûn lê heyî xebatkarên tendursitî ne tenê rastî şîdet û tehdîta leşker û polîsan tên û wiha domkir: "Polîs û leşker têrê nake ku tehdît û şîdetê li hember xebatkarên tenduristiyê pêk tînin her wiha qetil jî dikin. Di soza me ya bijîşkiyê de dema ku mirovek birîndar bibe, bêy ku em ziman, ol û nijad bidin berçavan, em ê xizmetên tibî pêk bînin."

'Li herêmên ku pêvçûn lê heyî, îhlalên mafên jiyanê tê kirin'

Ebru wiha got: "Divê şert û mercên jiyanê mirovan bikeve ewlehiyê û derfetên bi ewle ji bo xebatkarên tenduristiyê bên avakirin. Lê pirsigrêkê herî sereke yê tê jiyan kirin, li herêmên pêvçûn lê heyî hem îhlalên mafê jiyanê, hem erkê xebatkarê tenduristî tên asteng kirin. Ev yek dibe sedema mirinan û gurkirina şer."

'Em çiqas li Tirkiyê dengê xwe bilind bikin dê ewqas bandor bike'

Ebru bal kişand ser gotinên Wezîrê Tenduristiyê yê li dijî xebatkarên tenduristî ên li herêma şer û wiha got: "Wezîrê Tenduristî ji ber helwesta ku nîşan daye gelek xebatkarên tenduristî îstîfayê xwe da. Xebatkarên tenduristî ne ji bê çaretî ango ji kêfa kar berdan. Ji bo ku cardin balê bikşînin ser şertên zehmet ên xebatkaran û dengê xwe bilind bikin. Em çiqas li Tirkiyê dengê xwe bilind bikin dê ewqas rewş bandor bike. Lê divê berî her tiştî însiyatîf ji xebatkarên tenduristî bê dayîn ku xebatê xwe pêk bînin."

'Eger em şer asteng bikin dê pêşî li mirinên şer jî were'

Şandeya TBB'ê ya Eskîşehîrê Bijîşk Neşe Yilmaz jî diyar kir ku, ji bo balê bikşînin ser pêvçûnên herêmê û êrîşên li dijî xebatkarên tenduristî ew ji rojavayê Tirkiyê hatine Amedê û beşdarî civînê bûne. Neşe destnîşan kir ku divê di her şertê de aştî pêk were û wiha got: "Heya ku aştî pêk neyê em ê her agahiya mirinan bigrin. Ev şerê ku bi destê mirovan tên kirin dê felaketê bîne. Eger em bikaribin vî şerî bidin rawestandin, wê demê bi aweyek xwezayî em ê pêşî li mirin û birîndariyan bigirin."

'Ji rojavayê Tirkiyê pirsgirêkê agahî ji herêma şer girtin heye'

Neşe da zanîn ku xebatkarên tenduristî di herêmên şer de rastî gelek zehmetiyan tên û wiha domkir: "Qetîlîamên ku li herêmên şer pêk tên bi aweyek cuda ji rojavayê Tirkiyê re tê raghandin. Dema ku em ji rojavayê Tirkiyê li buyerên tên jîn dinêrin, pêvçûnên heyî em rewa dibînin. Ji rojavayê Tirkiyê pirsgirêkê agahî ji herêma şer girtin heye. Ji ber dema em hatin vir me fêmkir ku, em derbarê rewşên tê jiyan kirin de tiştek nizanin ango şaş dizanin." Neşe wiha got: "Xebatkarên tenduristî divê xizmetê hemû birîndaran bike. Tehdît û êrîşên dijî xebatkaran nayê pejrandin. Em êrîş û mirinan napejrînin û erkê xwe yê mirovahî em ê bi cih bînin."

(rc)