Jina ku bi sezeryanê zayîn kirî rêviyê wê jêkirin û ji nexweşxanê derxistin!
12:08
Sarya Gozuoglu - Bêrîtan Canozer/ JINHA
AMED - Azîze Onal a ku di 22'ê Tîrmehê de li Nexweşxaneya Amedê a Zayîna Jinan, bi sezeryanê zayîn kirî, ji ber werim û mor bûn ku di zikê wê de pêk tê serî li bijîşkan dide. Lê piştre hîn dibe ku rêviyê wê hatiye jêkirin. Azîzeya ku berî wê jî diçe heman nexweşxanê derziyek lêdidin û ew rêdikin malê, piştî mehek ferq dike ku rêviyê wê hatine jêkirin. Azîze sewqî nexweşxaneyek din tê kirin û bijîşkan diyar kirin ku rewşa Azîze bi tehlûke ye. Azîze anî ziman ku dê bijîşkê nexweşxanê gilî bike.
Azîze Onal di roja 22'ê Tirmehê de li Nexweşxaneya Amedê a Zayîna Jinan û Nexweşxaneya Zarokan bi sezeryanê zarokek anî dinê. Lê di encamê îhmalkariya bijîşkan de rêviyê wê hat jêkirin. Derbarê îhmalkariya ku di ameliyetê de hatî kirin agahî nedane malbatê Azîze, di 23'ê Tîrmehê de ji nexweşxanê hatî derxistin. Azîzeya ku ji ber êş û mor bûna di zikê wê de pêk hatî piştî mehek serî li nexweşxanê daye tenê derziyek lêdane û ew şandine malê.
Azîze herî dawî berî 4 rojan ji ber êş, werim û mor bûnê ji zikê xwe gazinç dike dema diçe nexweşxanê, derdikeve holê ku di dema ameliyeta sezeryanê de rêviyê wê hatine jêkirin. Azîze ji ber rewşa wê a giran sewqê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî a Gazî Yaşargîl tê kirin û tê diyar kirin ku dê Azîze 6 mehan li nexweşxanê bê derman kirin.
Hevserê Azîze Recep Onal anî ziman ku piştî ameliyetê derbarê rewşa rewşa hevjîna wî de bijîşkan agahî nedane û wiha got: "Di dema ameliyetê de rêviya hevjîna min jêkirine û tu agahî nedane me. Meheke li malê êşê dikêşe û jîrê wê jî qûtbû. Piştî ku me cardin bir nexweşxanê derziyek lêdan û cardin ew şandin malê. Herî dawî berî 4 rojan min zikê hevjîna xwe nêrî û min destê xwe danî ser cihê ku mor bûye. Hima cihê ku hatibû dirûn vebû piştî wê nexweşxane mudaxele kir."
Recep da zanîn ku ew ê ji bijîşkê ku ameliyetê sezeryanê kirî Mehmet Îrfan Kulahçoglu û Serbijîşkê ku rapora 'Ji nexweşxanê derketin' daye Mehmet Şûkrû Budak gilî bikin û wiha domkir: "Bijîşk qet girîngî nadin canê mirovan wek qasaban jêdikin. Herî kêm di dema wî de me agahdar kiribana û hevjîna min derman kiribana dê wisan nebaya. Ji vê rewşê diyar dibe ku niyeta wan a li hember jiyanê mirovan ne başe û ji ber ku girîngiyê nadin jiyanê nexweşan ez ê dozê vekim. Min jiyan kir vê rewşê bila hinek din nejîn."
Azîzeya ku rewşa wê giran bi zehmetê peyivî û bi lêvkir ku ew ê ji bo kesên berpirsyar dê dozê veke. Azîze got: "Ev mehek çêbû zarokê ku min aniye dinê nikarim xwedî bikim, xizmên min lê dinêrin. Min nekarî şîr jî bidimê. Ez ê nekaribim heya 6 mehan jî bigrim hemêzê xwe. Ez dixwazim kesên berpirsyar cezayê xwe bikşînin. Em ê vê bûyerê bibin dadgehê."
Nexweşxane bersiv nade
Li ser îdiayan, me xwast bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Amedê a Zayîna Jinan û Nexweşxaneya Zarokan re hevdîtin pêk bînin. Bi riyê telefonê em gihêştin hemşîreya ku di ameliyetê de amede bû bersiva 'Ez ne berpisyarim' da. Saziyê Serbijîşkan jî berê me da beşa raghandinê a nexweşxanê. Li ser gelek car gera me jî ji saziya raghandinê jî kes bersiva me neda.
(rc)