Navenda Tenduristiyê li bajarê Hesekê vebû
14:45
JINHA
HESEKÊ - Desteya tenduristî li bajarê Hesekê Navenda Rêveberiya Tenduristiyê vekir.
Li Rojavayê Kurdistan bê navber xebatên înşa kirina civaka demokratîk bi pêşengiya jinan didome. Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê desteya tenduristî Navenda Rêveberiya Tenduristiyê vekir. Serokê Desteya Tendurustiyê a Kantona Cizîrê, Cîgirê Serokê Desteyê Mehe Omo, Meclîsa Şêwirmendiyê, bijîşk û dermanfiroşên bajarê Hesekê, Endemên Saziya Civaka Sivîl, Dayikên têkoşeran û bi dehan welatî di meresîma vekirina navendê de amede bûn.
Meresîm piştî deqeyek rêzgirtin despêkir û axaftina vekirinê ji aliyê Cîgira Rêveberiya Destayê Tenduristiyê Mehe Omo ve hat kirin. Mehe got: "Me biryar girt ku li hemû bajarên Rojava navendên Tenduristiyê vekin. Ji ber ku pêdiviyê gelê me bi vê yekê heye ku rewşa tenduristî berçavan bê girtin."
'Navend wê ji aliyê jinan ve bê rêvebirin'
Mehe behsa girîngiya xebatê kir û wiha domkir: "Di dîrokê de jî, jin derman ji lebatên xwezayê çêkiriye û tenduristiya civakê parastiye. Ji ber ku afrînerê jiyanê û hebûnê jine divê jin herî zêde cihê xwe li van navenda bigrin. Di her qadê jiyanê de jin xwedî kedên mezine. Ji ber vê yekê dê jin berpirsyariya navendê hilde ser milê xwe û rêvebibe."
Dayika têkoşer Çekdar Ilham Elî jî vekirina navendê li hemû dayikan pîroz kir û got: "Dê têkoşîna me a jiyanê bidome. Jin ne tenê bi karê malê re mijûl dibe bi avakirina civakê re jî êdî cih digre û pêşengiya jiyanê civakê dike. Ev navend di encama têkoşîna jinan de hat vekirin. Ji ber vê yekê divê hemû jin xwedî li navendê xwe derbikevin." Xweşka têkoşer Çekdar jî wiha axivî: "Êdî kes nikare li pêşiya hêzê me raweste. Îro me navend vekir lê çi erk ji me tê xwastin em amedene bikin."
(gb-ee/rb/rc)