Bi tekvandoyê hem sporê dike û hem jî parastina cewherî

09:14


AMED - Sporîsta ciwan Şîlan Yumlu bi spora tekvandoyê hem di qada sporê de kariyerê dike û hem jî xwe diparêze. Şîlanê bang li hemû jinan kir ku ‘parastina cewherî mafe’ û vexwendiyê sporê kir.

Li Amedê jin bi sporê ji bo xwe jiyaneke nû ava dikin. lîstikvana tekvandoyê Şîlan Yumlu ji zarokatiya xwe de spora parastina cewherî mereq kiriye û di vê qadê de ji bo jinan dibe mînak.

Şîlanê di 2005’an de bi jîmnastîkê dest bi sporê kiriye. Salek şûnde karete mereq kiriye û herî dawî jî bi tekvandoyê re eleqeder bûye.

‘Malbata min pir bû destek’

Şîlanê diyar kir ku di sporê de piştgiriya malbata xwe girtiye û ev tişt anîn ziman: “Ez bi awayekî aktîf kîck boks û tekvandoyê dikim. Min di mijara parastina cewherî de ji bavê xwe perwerdehî girt. Gelek piştgirî dan min. Ez gelek kêfxweşim.”

‘Divê jin xwe biparêzin’

Şîlanê di şampiyoniya Tirkiyeyê de nav 8 kesên ewil de cih girtiye û li Tirkiyeyê bûye sêyem li herêman jî bûye şampiyon. Şîlan sedema tercîhkirina tekvandoyê wiha vedibêje: “Tekvando sporek parastinê ye. her ku dem derbas bû min ferq ku ev spor çiqas bi fêdeye. Divê hemû jin vê sporê bikin. ez pêşniyar dikim. Parastina cewherî maf e.”