Futbolîstên jin yên Wanê hedef mezin kirin

09:01

Dilan Babat/JINHA

WAN- Tîma A ya Jinan a Futbolê ya Wansporê ji bo maçên lîga duyemîn xwe amade dikin û hedef dikin ku sala pêş derkevin lîga yekemîn.

Tîma A ya Jinan a Futbolê a Wansporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo sezona nû amadekariyan berdewam dikin. Jinên futbolîst ku sala borî sezonek serkeftî derbaskirine îsal wê di lîga duyemînde têbikoşin. Futbolîstên ku temenê wan di navbera 13-20'an de diguhere hedef dikin ku sala pêş derketin lîga yekemîn.

Hayriye Tomrîs ya 13 salî diyar kir ku wê li dijîn nêrîna civakê ya 'futbol spora mêre' dest bi lîstina futbolê kiriye û wiha got: "Ez heta dawiyê bi tîma xwe bawerim. Ez jî bixwe bawerim. Em li bende jinên ku dixwazin futbolê bilîzene."

Ji futbolîstan Nuray Uslukaya ya 17 salî jî daxuyand kir ku ji bo futbolê bilîze gelek astengî ji holê rakiriye û ji bo futbolê bilîze gelek bi malbata xwe de ketiye û got ew li bende hemû jinane.

Kajîn Degîrmencî ya 16 salî jî wiha got: "Me nêrîna 'ti nekarî futbolê bilîzî' şikand. Digotin jin nekarin vî karî bikin. Lê jin dikarin her karî bikin. Futbol hem di alî bedenê de hem di alî ruhî de başe."

Nergîz Acara 19 salî bi lêv kir kir ku sala borî gelek zehmetî kişandine, îsal gelek derfetên wan çêbûne û hedefa me eve ku em derketin lîga yekemîn.

(hu)