Jinên Amedsporê: Ji me bitirsin lê li sahayê

09:13

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku ji bo sezona nû amadekariyan dikin li bende raqîbên xwe ne. Jinên futbolîst diyar kirin ku bi xebatek mezin hatine vê rojê û gotin hêza herî mezin ji hevzayendên xwe girtine.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku vê sezonê di lîga duyem de têdkoşin dest bi amadekariyên sezona nû kirin. Tîma ku sala borî sezonek baş derbaskirin îsal jî hedef dikin di lîgê de tiştên serkeftîtir derxin holê. Lîstikvanên tîmê dan zanîn ku hedefa wan heve ku derketin lîga yekemîn û di sezona nû de li bende raqîbên xwe ne.

Lîstikvana Tîmê Hêvîdar Odungît got sezonek baş derbaskirine û got hedef dikin ku vê serkeftinê îsal jî berdewam bikin. Hêvîdarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me tîma Amedê nîşan da ku jin çawa di futbolê de pêş ketiye û xurt bûye û emê berdewam jî bikin. Em wek tîmê dizanin ku jin di her qadê de gelek xurtin û hem jin û hem jî ji aliyê kes b ime bawerin. Emê îsal jî serkeftinên xwe du qat bikin."

'Bi me bawerin'

Guzîde Alçu ku kaptana tîmê ye wiha got: "Piştgiriya herî mezin jin didin me. Berê lîstika futbulê qebûl nedikirin niha gelek kes piştgiriyê didin me. Bi me bawerin. Em jî li sahayê têdikoşin. Em bawer dikin ku îsal derkevin lîga yekemîn. Li Kurdistanê bi jinan pir bawerin. Li bajarên Tirkiyeyê berovajî vê ye."

Guzîdeyê bi lêv kir ku ew wek futbolîstên Amedsporê bi nîjadperestî û newekheviyê re rû bir û tên û got: "Em di deplasmanan de rastî newekheviyê tên. em li gel vê dîsa wê li sahaya bin. Raqîbên me dema bên bir bila j ime netirsin. Lê bila li sahayê j ime bitirsin."

(hu)