Di voleybolê de serkeftinê profesyonel dikin

09:03

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED - Tîma Voleybolê a Jinan a ya Şaredariya Kayapinarê ku piranî ji jinên sporîst yên ji Baglarê hatine pêk tê xebatên xwe didomînin. Jinên sporîst gotin ew dixwazin di voleybolê de profesyonel bibin û gotin: "Jinên Amedê di vê qadê de xwe nû nîşan didin. Di qada sporê û her qadên din de jinên serkeftî tên gihandin. Emê jî yek ji wan bin."

Li Amedê her diçe hejmara jinên sporîst zêde dibe. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Kayapinarê jî xebatên xwe berdewam dikin. antrenora tîmê Zozan Erek axivî û got: "Em tîm ne lîge, tîma sporîstên stêrke û di turnuvayan de têdikoşe. Tevî ku tîma stêrke sporîst gelek serkeftîne û dixwazin bibin profersyone."

'Di şertên zehmet de hatin vir'

Zozanê got hemû sporîstên jin ji Baglarê derketine û wiha berdewam kir: "Dema nu hatin zarok bûn. Bi voleybolê mezin bûn. Niha piranî zarokên keç yên me girtine ji Baglarê hatine. Li wir di bin şert û mercên giran de hatin vir. Dema me ew hilbijartin hîna zarok bûn. Mezin bûn. Ev qad bi rastî jî ji bo wan gelek girînge."

'Voleybol pêşeroja min e'

Îrem Acet ku sporîsta tîmê ye got: "Ez ji Baglarê têm tevlî îdmanan dibim. Voleybol pêşeroja min bit eşe dike. berê min li kolanan bi goga futbolê dilîstin. Niha ez saleke li virim û tîmê de dixebitim. Ez gelek kêfxweşim. Li dibistanê ez zêde ne serkeftîme. Ez dixwazim xwe di voleybolê de pêş bixînim."

Sefanur Zerîfê jî got vê sporê gelek tişt bi wê daye qezenckirin û got ew du sale voleybolê dilîze û piştÎ dest bi îdmanan kiriye dÎtiye k udi vê qadê de serkeftiye. Sefanûrê di dawiya axaftina xwe de da zanîn k udi qada sporê de jinên sporîst yên serkeftî tên gihandin.

(mm/hu)