Bi futbolîstî li dijî zayendperestiyê: #FutbolJiboHerkesiye

09:05

Nalîn Oztekin / JINHA

STNEBOL- Bi kampanyaya #FutbolJiherkesiye û #FootballPeople re, Komeleya Têkoşîna li dijî Şîdeta Zayendî got 'futbol ne qadeke ku em bêjin 'ya mêrane' û em dest jê ber didinê ye' û got: "Bi taybet kulup divê di vê mijarê de xwedî helwest bin. Em rê nadin zayendperestiyê. Heta divê di temaşekirina maçan de li kesên ku dijûnên zayendî dike cezayê men bê dayîn."

Tora Mişkan (Fare Network) ku li dijî newekheviya futbolê de xebatan dimeşîne di navbera 6-20'ê cotmehê de bi armanca li dijî newekheviyê cudabûnekê bi afirîne kampanyaya #FutbolJiboherkesiye#FootballPeople da destpêkirin. Li cîhanê bi awayekî hevdem hat destpêkirin. Me bi encamên Komeleya Şîdeta li Dijî Zayendê ku piştgiriyê didin kampanyayê re axivî.

Endama Komeleyê Şehlem Kaça Sebîk got li Tirkiyeyê li her derê newekheviya zayendÎ heye û got: "Ev newekhevî bandorek mezin li LGBT û jinan dike. Di maçan de gelek caran gotinên nefret û newekheviyê derdikevin holê." Şehlemê da zanîn ku bi çalakiya #FootballPeople armanc dikin ku balê bikişînin ser newekhevî û dijminahiya li ser jinê. Şehlemê bi lêv kir ku divê destpêkê hemû kulub li dijî vê zayendperestî û homofobiyê bidinin û di heman demê de futbola jinê jî bê dîtin.

Denîz Nîhanê jî ji cîhanê mînak dan û got di futbula cîhanê de li DYA'yê futbula jinê yekeme lê futbolîstên jin ji mêran kêmtir maeşê digirin. Denîzê got di futbolê de butçeya ji bo jinê tê veqetandin gelek kême û newekheviya zayendî pir zêde ye. Denîzê got li Tirkiyeyê jî rewş hemane.

Komeleya Têkoşîna li dijî Şîdeta Zayendî: http://cinselsiddetlemucadele.org

(ro/hu)