'Bila jin cihê xwe yê li sahayê bigirin'

09:05

JINHA

AMED - Li Amedê di salên dawî de jin dadikevin sahayan. Sporîstên tevlî Amed Cupê bûn tevî hemû kêmasî û astengiyan cihê xwe li sahayê digirin.

Li Amedê di salên dawî de di beşa sporê de razemenî û turnuva tê kirin. bi qurs û salonên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin re jin sporê dibin her qada jiyanê. Jin beyî pere dersên fînes, zarok bê pere diçin dibistanê sporê yên havînê. Her wiha tîmên di bin bana şaredariyê de hatine avakirin jî çend ji van mînakane.

Di du salên dawî de ev spor daxistin kolanan jî. Jin bi turnuvayê kolanê re jîrbûna xwe li her nîşan didin. Yek ji van jî turnuvaya tenîsê ya Amed Cupê ye. di Amed Cupê de tenîsvana jin ya pêşerojê dertê holê.

Gunay ku di turnuvayê di kategoriya 14 salî de bû sêyemîn got divê bernameyên wisa bên zêdekirin û wiha got: "Ev salek tenîsê dilîzim. Ev turnuva 6 sale tê kirin. lê ez îsal tevlî bûm. Başe ku ez tevlî bûm. Jinê di jiyana xwe de qet tenîs nelîstine tên vir. Ji xwe qadên ku jin sporê bikin gelek qelsin."

'Jin ji van turnuvayan cesaretê digirin'

Gunayê di berdewamiyê de got turnuva cesaretê dide jinan û wiha pê de çû: "Em bi van maçan re dadikevin kolanê. Jinê me dibînin eleqeyê nîşan didin. Her roj tên me temaşe dikin. hinek jî cesaretê digirin û zarokên xwe dişînin."

Elîfcan jî ku di heman kategoriyê de bû duyem got divê zarokên keç dakevin sahayan û wiha got: "Sala pêş jî hedefa min şampiyoniye. Ez serbilind û kêfxweşim. Ez bidomînim. Jin di sezona pêş de ji bo temaşekirina me bila di sahayê de cihê xwe bigirin."

(mm/hu)