Li dijî zayendparêziyê kampanyaya ‘Futbol ji bo herkesî ye’

11:01

JINHA

Navneda Nûçeyan- Li tevahiya cîhanê li dijî gotin û çalakiyên zayendparêz “Hefteya Çalakiyan a li dijî cudahiya zayendî ya di futbolê de” dest pê kir. Kampanyaya ku bi şîara “Futbol ji bo herkesî ye” dest pê kir, dirûşma wê “Bila zayendparêziya nav futbolê bi dawî bibe” ye.

Tora Edaletê ya ku xebatên derbarê cudahiya di nav futbole de, yên zayendparêz di meşîne di 6- 20 cotmehê de hefteya “ Çalakiyên Dijberiya di nav futbolê de” da destpêkirin. Çalakiya ku li tevahiya cîhanê di heman rojê de dest pê kir, ji Tirkiyeyê jî komeleya Têkoşîna bi Şîdetê re û Spotîf Lezbon didin meşandin.

(fk/mk)