Dîlanê di voleybolê de xwe nîşan da

09:09

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED - Dîlana ku xwest bibe sporîst ji ber rolên zayenda civakî rastî zextan hat û gelek astengî ji holê rakir û bû kaptana Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê.

Li Amedê sporîstên jin her diçe zêdetir dibin. Bi taybet jin eleqeyek mezin nîşanê voleybolê didin. Tîmên jinan yên vê sporê temsîl dikin kêmin û Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê di lîga xwe de xwe dan bihistin. Vê sezonê kaptanê tîmê k udi lîga 2'emîn de têdikoşe Dîlan Çobane.

'Min serî netewand'

Dîlan ku 6 sale di Amedsporê de dilîze dip ola 5'emîn de dest bi Voleybolê dike. Di tÎma dibistanê de dilîze û di kulubekê de dilîze. Dîlan ji bo xeyalên xwe pêk bîne fedakariyek mezin dike û got: "Ez niha kaptana tîmê me. Tevî her tiştî hatina vir serbilindiye. Sporîsta jin zehmetiyandibîne. Min ev derbas kirin. min serî li zextên malbatê netewand. Ez dixwazim jin li sahayê zêde bin."

(hu)