Berxwedana Sûrê xeyalên zarokan mezin kir

09:10

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED - Tenîsvan Gamze û Mehmet k udi bin bandora Sûrê de mann niha hedefên mezin dane ber xwe.

Qedexeya li Sûrê hîna li taxên Cemal Yilmaz, Hasirli, Savaş û Fatîhpaşayê didomin. berxwedana 103 rojan li navçeyê berdewam kir, şopek kûr li ser gelê navçeyê hişt. Tiştên hatin jiyîn rê ber travmayên mezin vekir û bi taybet jî li ser zarokan. Ji taxa Hasirli Gamze û ji taxa Yilmaz jî Murat neçar dimînin ji malên xwe dur kevin. Her du zarok di temenê biçûk de dest bi tenîsê dikin û niha hedefên mezin dane berxwe, xeyalên xwe mezin dikin.

'Min kupaya xwe negirtibû'

Gamze ya 4 sale tenîsê dilîze, ji ber qedexeyê du mehan navberê dide tenîsê. Gamzeyê got ligel vê dema bi xof wê dest jê bernedaye û got: "Ez pir ji tenîsê hez dikim. Di dema qedexeyê de ez di pêşbirkekê de bibûm yekem. Lê min nekarî biçim kupaya xwe bigirin. Mamoste piştgirî nedana, min nedikarî bikim. Ez di Amed Cupê de 3 caran bûm yekem."

Murat jî diyar kir ku travmaya jiyaye bi tenîsê derbas kiriye û wiha pê de çû: "Em di bin dengê çekan de bûn.min ev travma bi tenîsê avêt. Di qedexeyê de rojekê navber nedayê. Xeyala min eve Amedê li her derê bi awayekî herî baş temsîl bikim."

(hu)