Dê fitbolvanên zayendparêz bi tîma jinan re bixebitin

11:28

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Komara Çekyayê du jinên futbolvanên jin yên tîma Sparta Prag, li dijî hakem axftinên zayendparêz kirn. Rêvberê kulubê jî lêborîn xwest û ji tîma xwere got ku bi tîma futbolê re antremanê bikin.

Li Komara Çekyayê, kalevanê tîma Sparta Prag Tomas Koubek, roja yekşemê di maça ku hat kirn de, pitî ku hakemê alîkar lucîe Ratajova ofsayta tîma diberê xwe nedît dest bi axaftina zayendparêz kir û wiha got: “Cihê jinan mutfex e û divê ku jin tevli futbola mêran nebin.” Lîstikvanê navendê Lukas Vacha jî wêneyê hakem Lucîe li gel gotina “biçe ber kuçikê…” li ser Twîtterê parve kir. Li gorî nûçeya ku çavkaniya ku di Ajansa BBC’yê de hat weşandin, piştî van gotinên zayendparêz, serokê Sparta Prag Adam Kotlîk, xwest ku futbolvan bi tîma jinan a Sparta Prag re antremanê bikin.

Herwih Kalevan Tomas pitî van hemû pêkanîna li ser Facebookê ji hemû jinan lêborîn xwest. Lê lîstikvan Lukas helwest axwe ya zayendparêz berdewam kir.

(gc/mk)