Jin tevî erbanêyên xwe di nav trîbûnan de cih digrin

09:09

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED - Koma Erbaneyê ya Navenda Konseya Ciwanan ya Bajêr ji bo piştevaniya Amedsporê û şikandina hişmendiya zayendperestî ya di nav trîbûnan de wê tevlî trîbûnan bibin.

Ji bo Amedspor dakevin qadan ji tevahî alîgirên xwe piştgirî digre. Vê carê piştgiriya herî mezin ji Koma Erbaneyê ya Navenda Kondeya Ciwanan ya bajêr tê. Koma ku ji bo derbasî 1. Lîg'ê bibe hunera erbaneyan û spor dibe yek. Meclîsa Konseya Ciwanên Bajêr diyar kirin ku ew ê wek koma erebanê hem çanda kurdevaniyê derbasî trîbûnan bikin hem jî dê hişmendiya desthilatdariyê ya nava qadê sporê de bişkînin.

Li Amedê koma ku ji 20 kesan pêk tê bi erebaneyên xwe diçin maçan û piştgirî didin. Koma erbanê hem piştgirî didin futbolvanan hem jî sempatîya temaşevanan qezenç dikin. Koma erebanê diyar kirin ku ew ê ji vir û pêde di her maçê de ji bo piştevaniyê cih bigrin.

'Me bi erebaneyan dengê jinan da bihîstandin'

Mamosteya erbaneyan Bêrîvan Pençe da zanîn ku ew du hefine diçin maçê Amedsporê û wek alîgir cihê xwe di nava trîbûnan de digrin. Bêrîvanê bi lêv kir ku, ew tevî erebaneyên xwe tevlî trîbûnan dibin û got ku wan dest bi proveya erbaneyan jî kirine. Bêrîvanê destnîşan kir ku, ji bo alîgir qezenç bikin her wiha ew giranî dane xebatên xwe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Erbane dengê qirîna jinane ji xwe. Di maçên Amedsporê de wek jin cih girtin û piştgirî dayîn girînge. Em hewldidin bi tevlîbûna xwe piştgirî bidin kom, bajêr û çanda xwe."

Xwendekara erbaneyê Nûda Dogan jî bal kişand ku armanca wan ya sereke hişmendiya zayendperestî ya di nava trîbûnan de rakirine û wiha axivî: "Em dixwazin jinan jî teşwîqê futbolê bikin."

(ma/rc)