Jin sporê dadixin kolanan

09:16

JINHA

AMED – Li Amedê Turnuvaya Basketbolê ya Kolanê ku îsal ya duyemîn pêk tê, jinên sporîst yên tevlî bûne diyar kirin ku faliyetên bi vî rengî jinan dikişîne qadan.

2’emîn Turnuveya Basketbolê ya Kolanê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêk tê îsal 144 sporîst tevlî dibin. Turnuva wê heta 2’ê cotmehê berdewam bike û 10 tîmên jinan jî tevlî bûn. Jinan spor daxistin kolanan û tehma lîstika basketbolê derdixin. Jinên tevlî maçan dibin hemû jin vexwendiyên turnuvayê kirin.

Helîn Polatê diyar kir ku ji bo maçên turnuvayê amadekarî jî kirin eû got: “Ev jî ji bo em baştir di sahayê de bilîzin dibe alîkar.”

‘Li vir yekane hedefa me şampiyoniye’

Sporîstek din Zeynep Akgulê jî ji turnuvayê bang li hemû jinan kir û got: “Em bo lîstina basketbolê hatine û hedefa me yekemîn bûne. Ger jin bên me temaşe bikin wê fikra wna ya ji bo basketbolê ava bibe.”

Zeynep Nurê jî wiha got: “Ev bernameyên wisa cesaretê dide jinan.Ez yekem car beşdarî turnuvaya kolanê dibim. Divê jin eleqeya xwe ya ji bo sporê zêdetir bike. divê hedefa wan her tim bilind be.”

Asya Eşer jî got bi vê turnuvayê bûne xwedî tecrubeyek baş.

(mm/hu)