Yekemîna Amed Cupê Gokçe gazî turnuvayê dike

09:11

JINHA

AMED – Amep Cup ya ji aliyê şaredariya Bajarê Mezina Amedê ve pêk tê û ji herêmê 150 sporîst tevlî bûne didome. şampiyona sala borî Gokçe Çînkîz hemû jinan vexwendiyê turnuvayê dike.

Turnuveya Tenîsê Amed Cup k udi 21’ê îlonê de li Amedê dest pê kir îsal ya 6’emîn pêk tê û nêzî 70 sporîstên jin tevlî bûn. Turnuva wê heta 2’ê cotmehê berdewam bike. Gokçe Çînkîz ku ev 6 sale tenîsê dilîze û her sal dikeve derecê banga temaşekirin û tevlîbûna turnuvayê kir.
Gokçeyê da zanîn ku du caran bûye 3’emîn, carekê bûye yekemînn û got ew gelek ji tenîs û voleybolê hez dike. Gokçeyê got: “Ez wek sporîsteke jin ban li jinên din dikim. Divê her jin sporê bike û serkeftîbûna xwe di her qada jiyanê de nîşan bide.”

(mm-ta\hu)