Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê ji bo sezona nû amade ye

09:08

JINHA

AMED–Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê ku dest bi amadekariyên sezona nû kirin wê di lîga duyem de têbikoşin. Sporîstên tîmê diyar kirin ku hedefa wan Play-Offin û gotin ew bixwe bawerin.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê ku yekane tîma voleybolê ya jinan a li Amedê di lîgê de ye îsal di lîga duyemîn de wê têbikoşe. Tîma ku sezona borî serkeftî derbas kir, ji bo sezona nû bi lez û bez xebatên xwe dimeşîne. Beyî transfer lîstîkvanên ji binesaziyê tên îmzeyê davêjin karên serkeftî. Salaborî di maçên li herêmê pêk hatin de bûn yekemîn û tevlî şampiyoniya Tirkiyeyê bibûn. Îsal jî wê di TVF’ê de di lîga duyemîn de têbikoşe.

‘Em dixwazin bajar û tîma xwe serbilind bikin’

Lîstikvana bi navê Gîze Ay ku 6 sale di Amedsporê de dilîze wiha got: “Em îsal jî wê serkeftinên xwe bidomînin. Tenê hedefa me Play Offin. Em ji bo wê dixebiitn. Me dest bi xebatên xwe kiriye. Ez dizanim rihê tîmê çiye. Înşalah emê biser bikevin û tîm û bajarê xwe serbilind bikin.”

'Em bi îdiane’

Dîlan Tankiliçê jî got sedema hezkirina wê ya ji voleybolê tîma wê ye û wiha got: “Ev 6 sale ez di vê tîmê de dilîzim. Tîma min bixwebawerî da min. Em îsal ji bo lîga duyem pir dixebitin. Me ji niha de dest pê kir.Bi saya spor û tîmê min hem zanîngeh qezenc kir û hem jî tîma xwe berdewam dikim.”

Dîlanê diyar kir ku wê encama xebatên xwe bigirin û got yekane hedefa wan eve ku tîmê derxînin lîga yekemîn.

(mm/hu)