Zarok eleqeyek mezin nîşanî qursên avjeniyê didin

09:12

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Mala Lîstikê ya Zarokan ya Solînê ku ji aliyê Şaredariya Rezanê ve hatî vekirin, rastî eleqeyek mezin ya zarokan tê. Zarokên ku tevlî qursa avjeniyê bûne diyar kirin ku, divê tevahî zarok tevlî qursê bibin.

Xebatên werzîş û aktîvîteyên civakî ya ku di bunya Şaredariya Rezanê de li Mala Leystikên Zarokan ya Solînê hatî destpêkirin dewam dike. Zarokên ku eleqeyek mezin nîşanî qursa avjeniyê didin, demên xweş li Mala Lîstikê ya Zarokan ya Solînê derbas dikin. Qursê avjeniyê ji aliyê 7 mamosteyên jin û 4 jî mêr ve tê dayîn.

'Ez wisa hîsdikim ku azad dibim'

Zaroka bi navê Zekiye Sari ya 14 salî diyar kir ku, ew avjenîyê pir hez dike û wiha axivi: "Ez di demekê dirêj de li virim. Ez ji avjenîyê pir hez dikim. Ji bo min wekî pîşeyekî ye. Dema ku, ez melavaniyan dikim ez wisa hisdikim ku azad dibim. Li vir mamosteyên me qet sînoran naxin navberame de."

'Ez kelecanek pir cûda ji avjeniyê digirim'

Rojbîn Yurt(13) ya ku saleke avjenîyê dike bal kişand ser heskirina avjeniyê û wiha got: "Rastî ez kelecanek pir cûda ji avjeniyê digirim ev yeke jî keyfxweşiyê dide min. Ez dema têm li vir gel hevalên xwe demên xweş derbas dikim.

'Dixwazim tevahî rojên me bi avjeniyê re derbas be'

Berîvan Ataş jî bi lêv kir ku, ew ji vê projeya Şaredariyê pir kefxweş û bextiyarin û wiha berdewam kir: "Li vir ji bo zarokan gelek qurs vebûne lê herî zêde avjenî balê min dikêşe. Dixwazim ku pêşerojê de her qadên werzîşê de serkeftî bim. Di pêşerojê de ez dixwazim bibim mamoste û zarokan hînê avjeniyê bikim. Ez dixwazim her roja me bi melavaniyê derbas bibe."

'Divê tevahî zarok bên tevlî qursên avjeniyê bibin'

Dîlan kaplan jî anî ziman ku, ew bi saya Şaredariya Rezanê dê her qadên wêrzîşê de xwe pêş bixin û wiha pê de çû: "Ez 14 salî me ev saleke ez têm li vir fêrî avjeniyê dibim. Dixwazim di her qadê de bi serkeftî bim. Bila mejiyê zarokan bi lîstina lîstikan mijûl be. Em spas dikîn ji bo Şaredariyê jî ji ber ku ev derfetê Şaredariyê dan me. Divê tevahî zarok bên tevlî qursê avjeniyê bibin."

(zyd-md/rc)