Favoriya Amed Cupê keçên tenîsvanin

09:01

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED - Turnuveya Amed Tenîs Cupê ku îsal ya 6'emîn pêk tê rastî eleqeyeke mezin ya zarokên keç tên. zarokên keç yên k udi îdealên wan de lîstikvanên tenîsê yên wekê Serena Vîllîam û Azarenka hene îsal hedefa wan şampiyoniye.

6'emîn Turnuveya Amed Tenîs Cupê ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin a Amedê ve pêk tê di navebera 21'ê îlonê-2'ê cotmehê de li Parormanê pêk tê. Di turnuvayê de jinên mezin, mêrên mezin, zarokên kur yê di bin 14 salî de û zarokên keç yên di bin 14 salî de wê têbikoşin. Kesên bi tenîsê re mijul dibin yên ji bajar û derdora bajar û kesên di branşa tenîsê de perwerde dîtine wê beşdar bibin.

Tê payîn ku wê 150 sporîst beşdar bin û 3 hakem wê peywirdar bin. Amadekariyên turnuvayê bi lez û bez berdewam dikin.

Lîstikvana tîma tenîsê Melîke Oztemel ya 14 salî diyar kir k udu sale tenîsê dilîze û got ew li wir şexsî nalîzin bi tîma xwe re dilîzin. Melîkeyê got ew antremanek baş dikin û got hedefên wê mezinin û di tenîsê de Serrena Wîllîams mînak digire.

Elîfcan Atlinê jî anî ziman ku hedefa wan şampiyoniye û got: "Berê min di gelek biranşan de spor kir lê ev ji bom in cuda bû. ya herî dem dirêj ez lîstim tenîs bû. îsal wê beşdarbûn zêde be.Ez jî tenîsvana jin Azarenka mînak digirim."

'Em ji bo Amed Cupê pir xebitin'

Neval Oralê jî wiha got: "Ev saleke ez tenîsê dilîzim. Salê min biçûke lê min xwe bi vê sporê pêş xist. Ez bi vê lîstikê xwe baş hîs dikim. Ez xwe amade hîs dikim ji bo turnuvayê. "

Berçem Alptekînê jî got ev du sale dlîze û got tenîsê pir tişt bi wê daye qezenckirin.

Kesên dixwazin beşdarî turnuvayê bibin heta 19'ê îlonê dikarin serî li Midûriyeta Şaxa Sporê ya Sumperparqê bidin.

(ra/hu)