Jinên Çinarê bi sporê re zemîna desthilatdariyê dişkînin

10:16

Medîne Mamedoglu /JINHA

AMED - Jinên Çinarê bi sporê re bingeha desthilatdariya mêr dişkînin. Jinên ku piştî Voleybolê derbasî hînkariya basketbolê bûne diyar kirin ku, piştî vê hînkariyê ew ê komek ya jinên xweser avabikin.

Li navçeya Çinara Amedê ku xwedî bingehek feodale, jin bi kirina sporê re bi biryarin. Li navçeya ku ji jinan re tu alternatîf nayê dayîn, Navenda Jinê ya Jinwar bi xebatê xwe jin li her qadî bi cih dike. Jinên ku sporê dikin, dixwazin komên basketbol û voleybol yên xweser avabikin. Piştî turnuvaê voleybol ya ku di meha gulanê de hatî pêk anîn, li navçeyê 35 jin tevlî hînkariya basketbolê bûne.

‘Em dixwazin jinan tevlî qadê bikin'

Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwarê Alîkar Zîrek diyar kir ku ew ê wek jin li her qadê hebin û wiha got: "Xebata me 8'ê tebaxê şûnde destpê kir. Em dixwazin du kom çêbikin, ya yekem voleybol ya duyem jî basketbole. Bi qasî em dikarin em ê futbolê, avjenîyê û hemû polên sporê hînê jina bikin. Hêvîdarim ku hemû jin tevlî polên sporê bibin.”

Berfîn Nar ya ku tevlî antrenmanê bûye anî ziman ku, ew li qadê sporê xwe gelek rihet hîsdike û wiha axivî: " Min li vir agahîyê nû hilgirt. Ji boy pêşerojê gelek baş bu. Pêşerojê de ez ê bikevim maçan û bibim xwendekarê lîsansê . Ez voleybolê hîn pirtir hezdikim û xeyalê min ewe ku ez jî bibim voleybolvanek xurt.

Halîme Nar jî bi lêv kir ku sporê jiyanê wan gelek guherandiye û wiha berdewam kir: "Spor ji boy me tiştek gelek baş bu. Li malê bêhna min gelek tang dibû. Li vir tevlî hevalên xwe hînê sporê dibim û dema me xweş derbas dibe. Di pêşarojê de dixwazim bibim mamosteya perwerdeya fîzikê. Gelek hevalên me hene malbat destûr nade werin û tevlî qada sporê bibin. Tiştê ji destê me ê em ê ji bo hevalên xwe bikin."

Nîsa Demîrê (11) salî jî ev tişt got: "Ev spor ji boy min gelek baş bu. Ez ê di qadê sporê de xwe bi çalaktir bikim. Ji ber dixwazim bibim mamosteyê fîzîkê. Dibe ku dibistan vebin, lê ez ê bê navber xebatê xwe yê vir berdewam bikim."

Berfîn Ozturkê ku tevlî sporê bûye jî anî ziman ku, armanca wê serkeftine û got ku, divê tevahî jin berê xwe bidin sporê.

(ra/rc)