Jin wê îsal trîbûnan tije bike

09:02

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED -Tîma futbolê ya Amedê Amedspor, eleqeya jinan a ji bo futbolê zêde dike. Rumeysa Mergulê got Amedspor gelê Kurd temsîl dike û got wê îsal li trîbunan bin.

Li Amedê di salên dawî jin wek her qadê di qasa sporê de jî xwe nîşan didin. Kuluba Amedsporê li Kurdistanê di alî sporê de rê li ber jinan vedike. Di bin bana wê de tîmên futbol û voleybolê yên jinan hene û jinan teşwîqê spoarê dikin. Jin diyar dikin ku bi saya Amedsporê ji futbolê hez dikin. Yek ji van jinan jî Rumeysa Mergul ya 18 saliye.

Rumeysayê got tîma Amedsporê ji tîmên din cudaye û got ew wek tîmên jin jinan ji sporê sar neke û got: "Min bi saya xwişka xwe tîma Amesporê nas kir. Xwişka min di tîma jinan de dilîst. Min destpêkê lîstina futbolê ji bo jinekê di cih de nedidît. Lê ev tîm bi jinan re eleqeder dibe. Cesaeret da jinan. Piştî Amedsporê sempatiya min ji bo futbolê çêbû. Min xwe di carekê de li trîbunan dît.

'Emê bibin parçeyê berxwedanê'

Rumeysayê bertek nîşanê êrîşên nîjadperest yên li dijî Amedsporê da û got: "Li dijî êrîşên li dijî Amedsporê divê em zêdetir piştgiriyê bidin Amedsporê. Bi berxwedana di futbolê de nîşan daye nêrîna me ya li dijî futbolê guhert. Her kes futbolê wek sporek mêra dizane. Lê Amed spor ji tîmên din cudatire û hem gelê Kurd û hem jî berxwedana wan temsîl dike. Parçeyek berxwedanêye. Em jin jî wê bibin parçeyê vê û wê li hemû maçan cihê xwe bigirin."

(hu)