Hedefa jinên Kayapinarê olîmpiyatin

09:05

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED- Tîma Jinan a Atletîzmê ya Şaredariya Kayapinarê di asata navneteweyî de serkeftinên mezin bidest dixe.Ayşe Tekdalê da zanîn ku hedefa wan Olîmpiyatên Tokyo ya Cîhanê ya 2020’an e û got: “Ev ne fikrên bê derfet û zehmetin. Ji ber ku em ji zehmetiyên mezin derbas bûn û hatin vir.”

Di qada atletîzmê ku li Kurdistanê zêde nayê zanîn, sporîstên jin yên Kayapinarê îmze avêtin serkeftinên mezin.Jinên di beşa meşa atletîzmê de li Balkanan, Tirkiye û hemû cîhanê beşdarî pêşbirkan bûn û ketin dereceyê, hedefa wan ya niha eve ku tevlî Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020’an bibin.

‘Xeyala min olîmpiyatên cîhanê ya 2020’an e’

Ayşe Tekdal ya 17 salî ku di tîma Atletîzmê ya Şaredariya Kayapinarê de ye û lîstikvana Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ye, ev 5 sale bi vê sporê re mijûl dibe. Ayşeyê got: “Min qet nedizanî ez heta van deran bêm. Piştî ku min dît ez bi ser dikevim min ev spor kir. Xeyala min ya herî mezin lîstikên olîmpiyata cîhanê ya Tokyoyê ya 2020’an de. Ev ne fikrên bê derfet û zehmetin. Ji ber me zehmetiyên mezinkir dîtin.”

Ayşeyê got got despêkê bi mereqê dest bi sporê kiriye û got qet nedizanî heta van deran bê û wiha got: “Destpêkê kesî piştgirî neda. Malbata min jî piştgirî neda. Dema me xeyalên xwe digotin, bi me dikeniyan. Lê niha hem malbat û hem jî derdor serkeftina me dibînin, kêfxweşin, rêzdarî nîşan didin. Ji bilî vê antronorên me dibin alîkar. Em bi saya wan hatin vê astê.”

‘Ti tişt ne bêderfete’

Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de got di jiyanê de ti tişt ne bêderfete û got piştî li Ewropayê derece girtine bawer kiriye û got: “Ez di cîhanê de bûm 6’emîn. Di pêşbirkên navneteweyî de bûm yekem. Divê hemû jin sporê bikin.”

(hu)