Sporîstên Colemêrgê bi berxwedanê zehmetiyan derbas dikin

09:12

Medine Mamedoglu/JINHA

COLEMERG- Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Hakarigucu li Colemêrgê tîma biniye, xebatên xwe berdewam dike. Jinên futbolîst diyar kirin ku li herêma ku futbolê dilîzin di maçan de zehmetiyan dikişînin û gotin bi berxwedanê zehmetiyan ji holê radikin.

Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Hakarigucu ya yek ji tîmên girîng yê herêmê ye xebatên xwe bê navber dimeşîne. Dema ku kapasîteya sporê û şert li ber çavan bên girtin ev tîm karên serkeftî pêk tîne û sporîstên jin yên jîr digihîne. Li gorîtîmên din yên herêmê xwedî derfetên kêmtirin û tevî vê jî bi hêzek mezin derdikevin maçan. Jinên ciwan gotin tevî van zehmetiyan dixwazin navê xwe bi Colemêrgê bidin bihistin û gotin: “Em di şert û mercên heyî de dixwazin ya herî baş bikin û encamek baş bigirin.”

'Em piştgiriya gel digirin û diçin maçan’

Ji lîstikvanên tîmê Hêvîdar Adiyaman got gelê bajar jî piştgiriyek mezin dide wan û wiha got: “Ev du sale ez futbolê dilîzim. Mamosteyên min pir başin. Bi saya wan ez pirtir ji sporê hez dikim. Ne tenê mamoste. Gel jî piştgiriyek mezin dide me. Ji bo vê sporê her tim şert û merc pêk nayên. Lê em di şertên heyî de dixwazin encama herî baş bigirin. Hemû sporîstên me jîr û zindîne. Dema li taxê dilîstim antronorê min ez dîtim. Ez ji zarokatiya xwe de futbolê dilîzim.”

'Jin qet xwe nakişînin’

Bêrîvan Kutluk jî diyar kir ku ji bo serkeftina tîmê û Colemêrgê çi ji destê wan bê dikin û wiha got: “Ez destpêkê di tîma biçûkan de dilîstim. Ji ber ez serkefti bûm, mamosteyê min ez girtim. Li vir jin dixwazin bi futbolê bilîzin. Du sedemên futbolîstên serkeftî yên jin ên Colemêrgê hene. Ya yekem jin qet xwe venakişînin. Her tim ya herî baş dixwazin. Ya duyem jî mamoste piştgiriyê didin tîmê. Ji ber vê futbolîst bi daxwaz diçin maçan.”

'Emê berxwe bidin’

Mîrcan Karagoz jî yek ji futbolîstên herî biçûke. Mîrcanê got wê bi serkeftinan navê xwe bidin bihistin û got ew ji bo qezenckirinê diçin maçan û got wê vê berdewam bikin.”

(hu)