'Qada wêrzîşê qada jinê ye'

09:04

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Di Tîma Futbolê ya Hêza Jinên Colemêrgê de jin ji bo ku bigihîjin ligên herî bilin bê navber antremanên xwe berdewam dikin. Di Tîmê de 22 jin bê navber ji bo serketinê dixebitin.

Li Colemêrgê Tîma Futbola Hêza Jinan li hemberî hemû bêderfetiyan antremanên xwe bi kelecanek mezin berdewam dikin. Di Tîma Futbolê de 22 jin cih digirin. Tîma jinan ev 2 salin di lîga 2'emîn de dilîzin, 11 jê cigîr 11 jî endam ji bo lîgan amadekariyan dikin. Tîma Futbolê dê di sezonên pêş de têbikoşin. Jinên ku futbolê dilîzin diyar kirin ku armanca wan lîg û serkeftinên herî bilindin.

'Emê bi hêviyek mezin têbikoşîn'

Lîstikvana bi navê Dîyan Ceyhan (15) anî ziman ku ew 7 sale bi kelecan giredayî futbolêbû ye û wiha axivi; "Antremanên me bê navber didomin. Ev 2 sale em di lîga 2'emîn de têdikoşîn dikin. Dîsa jî qada me tune ye û em pêşbaziyên xwe ji derve dilîzîn. Her çiqas bêderfetiyên me yên aborî hebin jî dîsa em 22 hevalên jin bi kelecan û moralek mezin ji bo lîgên herî bilind amadekariyên xwe dikîn. Ez ev 5 sale di nav futbolê de cih digirim. Di temenê 7 salî de ez girêdayî futbolê bûm. Futbol keyfê dide min. Ji ber em bi hêviyek mezin dilîzin ez bawer dikim ku em ê lîgên herî bilind bi dest bixîn."

'Spor qada jinê ye"

Lîstikvana bi navê Gûlîstan Încîn jî balkişand ser hêza jinan di qada werzîşê de û got: "Em dixwazin bi piştgiriya jinan serkeftina dest bigirîn. Min di temenê bîçûk de jî futbolê keyf girt. Birastî ez wisa difikirim ku qada wêrzîşê qada jinê ye. Ji ber di futbolê û cûreyên din ên wêrzişê de jin her tim serkeftîne. Li vir jî em bi derfetên xwe futbolê dilîzîn, gava jinên derdorê me dibînin ji me hêz digirin. Ev jî pir moral dide me. Em niha ji bo ku bikevin lîga yekemin têdikoşînê didin û me dest bi antremana kir. Niha em dixwazin bipiranî jin piştgiriyê bidin me. Em bawer dikin ku em ê bi serkeftinên mezin hêza jinan nîşanî herkesê bidîn."

(zt)