'Em hêza jinan nîşan didin’

09:02

JINHA

ÊLIH –Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Êlih 1955’an ku bi lîstik û serkeftinên xwe navê xwe da bihistin xebatên xwe berdewam dike. Sporîstan gotin: “Em hêza jinên Êlihê nîşanê her kesî didin.”

Hefteya borî Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Êlih 1955’an di maçên herêmî yên Şampiyoniya Tirkiyeyê de bû şampiyonê komê û niha ji bo maçên din amadekariyên xwe dike. Jinên ciwan ku temenê wan di navbera 10-16’an de diguhere û di temenê biçûk de dest bi futbolê kirine, hedef dikin ku Êlihê li her derê cîhanê bidin bihistin. Sporîsta tîmê Îpek Akin got ew dixwazin fikra li Êlihê jin jî futbolê dilîzin bi cih bikin û got: “Em li vir Êlihê temsîl dikin. Em dixwazin nîşan bidin ku Êlih di futbolê de çiqas xurte.”

Îpekê got jinên Êlihê bi her baskên sporê re eleqeder dibin û wiha berdewam kir: “Jinên Êlihê hînê sporê bûne. Tîma me ya A tîmek serkeftiye. Ji ber vê êdî gel jî piştgiriyê didê. Me jî ew mînak girt û hat vê astê. Di rewşa normal de dibêjin jin nekarin futbolê bilîzin. Sedema vê jî eve ku jinan serkeftî nabînin.

'Xwişk û birayê min mînak digirin’

Îpekê di berdewamiyê de got destpêkê malbata wê qebûl nekiriye û got: “Malba min destpêkê li dij vê bû. Lê piştre daxwaza min dîtin û fikra wan guherî. Di malbata min de berê kes zêde bi sporê re eleqeder nedibû. Lê piştî min dest pê kir hemû bi sporê re eleqeder bûn. Xwişka min jî ev salek min mînak digire. Hemû bi sporê re eleqeder dibin. Sporê gelek tişt tevlî jiyana min kir.”

'Divê jin bixwe bawer bin’

Sporîsteke din ya tîmê Hîlal Kirbaş jî ev 4 sale futbolê dilîze. Hîlalê got sporê huzur daye jiyana wê û ev tişt anîn ziman: “Ez ji lîstina wê zewqê digirim.Ez li Êlihê ji gleek kesî re dibim mînak. Ez cesaretê didim wan. Heta hinek jin dibêjin futbol tiştekî valaye. Li gorî min ne wisa ye. divê jin bixwe bawer bin.”

Her sibeh ji gund tê û tevlî îdmanan dibe

Rukiye Hîçyilmaz jî ji bo futbolê bilîze her roj ji gund tê navendê û tevlî îdmanê dibe. Rukiyeyê wiha got: “Lîstina Futbolê ji bo min gelek bi kêfe. Ji bo wê ez her roj ji gund têm. Ez gelek ji sporê hez dikim. Ez dest ji futbolê bernadim.”

(mm/hu)