Rolên kevneşopî şikand bû şampiyona cîhanê

09:29

Medine Mamedoglu / JINHA

AMED – Ruken Fîdan ya 19 salî di baskên sporê yê wekê Muay thaî û MMA de kupa û madalya qezenc kirin û di bû şampiyona cîhanê. Rukena ku bi veşarî diçû antremanan, bi veşarî diçe yekem maçên xwe yên li Enqerê û qezenc dike. Xeyalên Rukena xwe ispat kiriye mezin dibe.

Ruken Fîdan ya 19 saliya xwe de bû şampiyona cîhanê yek ji jinên ku di sporê de serkeftinên mezin bidest xistiye. Ruken li navçeya Farqîn a Amedê ye. Ruken bi madalya û kupayên di sporên wekê Muay thaî (boksa Taylandê) û MMA (lêdana qefesê) hat rojevê. Ruken ji bo baştir be xebatên xwe berdewam dike. Rukenê diyar kir ku dema dest bi vê sporê kiriye yekem hedefa wê ev bûye ku bê cihekî baş û got ev jî bi piştgiriya malbata xwe pêk aniye. Rukenê got spor dike jiyana wê rengîn kiriye. Rukenê têşkildarî spora lêdanê ya ku 4 sal berê dest pê kiriye de ji JINHA’yê re axivî û got: “ Vê sporê gelek tişt bi min da qezenckirin. Min beriya vê ti tişt nejiyaye.”

Hedefa wê mezintire

Rukenê bi lêv kir ku di lîseyê de ji ber gelek bi aktîfbûye mamosteyên wê ev spor ji bo wê pêşniyar kirine. Ruken destpêkê diçe klubek sporê û jê pirsa ‘di vî alî de jîrbûnek te heye an na’ dikin û wê nagirin kulubê. Ruken piştre diçe kulubek din û ev klub wê digire.Rukenê got li dijî kesên ji wê re gotine ti ne jîrî, hêrsa wê mezin bûye û di maçê yekem de qezenc dike. Rukenê wiha got: “Min ev armanca xwe 4 sal şûnde pêk anî. Niha xeyalên min mezinin.”

'Ez bi veşarî çûm, di fînalê de li dayika xwe geriyam’

Rukenê got ji ber pêşdarazên civakî ji malbat û hevalên xwe bertekên dîtine û got: “Malbata min destpêkê nedixwest vê sporê bikim. Bi veşarî diçûm antremanan. Piştre maçên min yên yekem li Enqereyê bû. malbatê destur neda. Ev jî bê agahiya wan çûm. Piştî min Amed derbas kir, min got ez diçi maçê. Min hemû maç qezenc kir û derketim fînalê. Min di 13 saniyeyî de raqîba xwe têk bir. Wê demê yekem şampiyoniya xwe qezenc kir.”

Rukenê destnîşan kir ku li Farqînê bi gotinên wekê ti çawa sporek wisa dikî re rû bi rû hatiye û tevî ku piştî ji bo nehatiye dayîn jî wê xwe ispat kiriye. Rukenê got ew bûye şampiyona cîhanê got piştgiriya herî mezin malbata wê didê. Rukenê têkildarî rêya şampiyoniyê de jî wiha got: “Ez şûm şampiyoniya Tirkiyeyê. Ji Enqereyê çûm Çankiriyê. Di maça xwe ya yekem de bûm şampiyon. Li Bursayê derketim maça profesyonel. Li wir min kupa û madalya girt. Li Meletî û Elezîzê bi dereceyan vedigeriyam. Piştre li Tarsusê derketim maça Şampiyoniya Cihanê bû. Li wir jî min kupa û madalya girt.Ez niha şampiyona MMA ya Tirkiyeyê me. Di Muay Thaî de 3’emîna Tirkiyeyê me. Niha di 30’ê Tîrmehê de maça min li Sêwasê heye.

Rukenê bi lêv kir ku bi sporê kesayeta wê runiştiye û bi vê sporê jiyana wê rengîn bûye. Rukenê got divê pêşdarazên li pêş pêkanîna sporê ya jinan bê şikandin û divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe.

MMA û Muay thaî çine?

MMA û Muay thai ji sporên lêdanê yên rojhilatê dûr tên. sporîst di rîngê de divê li gorî hinek rêbazan tevbigerin. Sporîst di rîngê de zêdetir dest û lingên xwe bikartînin. Kî destpêkê rakîbê xwe têk bibe maçê digire. Li Tirkiyeyê ev spor di salên dawî de gelek populere. Ji bo sporîstên jîr hilbijêrin her tim maç tên kirin.

(hu)