Bi rihê 8 Adarê li sahayên Amedê tîma futbolê ya nû

09:40

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED – Tîma Futbolê ya Jinan a Diyarbakirsporê ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de hat avakirin, di sezaona pêş de wê di lîga 3’emîn de têbilkoşe. Dîrektora Teknîkê ya tîmê Melek Akgul Karakoçê diyar kir ku tîmeke nû bi Amedê dane qezenckirin û ji bo jin di futbolê de bilîzin hêsanî afirandine û got wê gelek bixebitin, tîmê bînin cihê herî baş.

Amedpsor wê vê sezonê di lîga 2’emîn de têbikoşe û pitî vê Tîma Futbolê ya Jinan jî li vê zêde bû. Tîma Futbolê ya Jinan tÎma herî xurt û mezin a jinan tê zanîn. Piştî Tîma Futbolê ya Jinan, Kuluba Sporê ya Diyarbakirê ye. Diyarbakirsporê di bin bana xwe de tîma jinê ava kir. Diyarbakirsporê di bin bana xwe de Tîma A ya Mêran, Tekvando, Karate avakiribû. Tîma Jinan jî lê zêde kir. Îsal di 8’ê Adarê de Roja Jinên Cîhanê de Tîma Futbolê ya Jinan hat avakirin û di sezaona pêş de wê di lîga 3’emîn de têbikoşe. Kulubê diyar kir ku di vî alî de xwestiye ku hêsaniyekî bidin jinan.

'Ev tîm di 8’ê Adarê de hat avakirin’

Dîrektora Teknîkê ya Tîmê Melek Akgul Karakoç armanca avakirina vê tîmê vegot û got wan xwestiye ku jinan bi sahayê re bidin nas kirin û got: “Ev tîm di 8’ê Adarê de hat avakirin. Yekane armanca wê ev bû ku jinên me yên ciwan derkevin derve, bi civakê bên qezenckirin. Me xwest em di qada sporê de hêsaniyê bidin jian. Dema me ev tîm ava kir me ji bo hemû jinên di destê me de peyam şand. Piştî vê nûçeyê bi dehan jin vegeriyan me. Me ew derxistin îdmanan. Piştre me tîmek jîr derxist holê.”

'Em ji bo serkeftinê ketin rê’

Melekê destnîşan kir ku di sezaona pêş de di lîga 3’emîn de wê têbikoşin û wiha got: “Hedefa me ya li wir jî eve ku em bi serbikevin û derkevin lîga jor. Em dizanin ku vê tîmê wê bînin cihekî baş.Em ji bo serkeftinê derketin vê rê.”

'lîstina futbolê pir xweş e’

Lîstikvana Tîmê Melîs Leventê got ji bo xwe keşf bike hatiye vir û got futbol ji bo wê gelek bi fêdeye û wiha got: “Hedef amin ya din jî eve ku ez nîşan bidim ku jinên Amedê di qadên sporê de ne.Ez livir derdikevim îdmanan û gogê dilîzim. Xwe gelek baş hîs dikim.Ez bang li jinan dikim. Bila bibînin lîstina futbolê çiqas bi kêfe. Di jiyana min de guherînek mezin bû. piştî futbolê ez dixwazim bibin teknîk dîrektor.”

(hu)