BoMoVu li trîbunan li dijî gotinên zayendperest e

09:24

JINHA

İZMİR – BoMoVu ku li dijî gotinên nîjadperest yên li Trîbunan cih digire disekine, bi rihê alîgiriyê tevdigere. Endama Lijneya Rêveberiya BoMoVu Nîl Delahaye got: “Me bi mirovan re kom ava kir û li ser ‘Ya li vî welatî Kurd azad bûn?’, ‘Ya li vî welatî jin azad bûna?’, ‘ya li vî welatî LGBT’î azad bûn’ atolye pêk anî û me hewl da ku em hawirên ku mirov dikarin xwe azad hîs bikin, ava bikin.”

Li Îzmîrê di çarçoveya bernameya ku Komeleya Mafê Alîgiran de Komeleya Tevgera Beden û Sporê ya ji bo Xurtkirina Civakî (BoMoVu) ‘Atoleyay Dijûnên ne Mexdur’ pêk anî. BoMoVo ku nêzî du meh berê hat avakirin tevgereke sivîl ya komên hewcedariyên wan bi sporê hene, digihînin sporê ye. BoMoVo li dijî gotinên nîjadperest yên li trîbunan jî disekine û li dijî alîgiran rêzdare. Endama lijneya rêveberiya BoMoVo Nîl Delahaye der barê armanc û xebatên komeleyê de axivî.

Nîlê belsa pêngavên avakirina komeleyê kir û got: “Di 2014’an de em bi Gozde Turkanê re çûn yurda zarokên penaber lê dimîne. Me li wir atolyeyek çêkir. Me li wir yekem car xurtbûna ji sporê tê keşf kir. Piştre bi hevkariya weqfa Hrant Dînk çûm Ermenîstanê. Ez bi rêxistinek remînîst re xebitîm. Min saya sporê atolyeya xurbûna jinê meşand. Piştî vegeriyam Tirkiyeyê min ji hevalê xwe re behs kir. Em bûn komele. Dema me komele ava kir em di cotmeh a2015’an de ketin Navenda Kuluçka Civakî ya Zanîngeha Bîlgî me li wir atolye girtin.”

Nilê got di gulana 2016’an de bi awayekî fermî bûne komele û got navê komeleyê jî ‘Komeleya Tevgera Beden û Sporê ya Ji bo Xurbûna Civakî’ ye. Komeleya me li dijî newekheviyê ye. Em hewl didin li dijî newekheviyan qada têkoşînê biafirînin. Mafê her kesî heye ku qada azadiyê ya ji bedena wan tên biparêze.

Nîlê di berdewamiyê de got bi Komeleya dildarê Sulukuleyê re jî xebatan dimeşînin û got: “Em ji bo zarokan bernameyan saz dikin. em hewl didin ew ji dibistanê hez bikin.”

Nîlê behsa ‘Atoleyay dijûnên bê mexdur’ kir û got di mijara têkoşîna li dijî newekheviyê de komeleyên zêde li ser sporê bixebitin tine û got wan gotiye ku divê di navbera spor û tevgerê beden de gotinek hebe û ji ber vê atolye avakirine.

(mb/hu)