Divê rojê herî kêm saetak spor bê kirin

11:21

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED –Perwerdekara tendirustiya sporê Nevroz Gon got ku spor ji bo bedenê faktorek gelek başe. Nevrozê diyar kir ku divê temen mirov çi dibe bila bibe divê spor bê kirin û her saetêk spor werê kirin.

Riya mirov li hember modernizmê û bêhn tengbûna bajaran, parastina xwe bike spore. Di rojê de saetek spor û meş mirov ji hemû behntêngbûna xilas dike. Perwerdevana masor tenduristiyê ya komên Amedsporê Newroz Gon bi lêv kir ku ji bo mirov di nava jiyanek qelebalik de dijî mirov behntengiya xwe bi saet spor dikarê bavêjê.

'Mirov dikarin bi sporê ji bêhntengiyê xilas bibin’

Nevrozê da zanîn ku di kîjan temênî de mirov dest bi sporê bikê başe û wiha berdewam kir: “Lê bes di temenek piçûk de mirov dest bi sporê bike hîn baştirê û spor jî hem beden û hem ji hişê mirovan re başe. Dema zarok spor neke zû dirêj nabe. Spor ji bo tenduristiya mirovan gelek başe. Hinek mirov ji bo zeîf bidin dermanan bi kartînin ji bo zeîfbûnê ya herî baş spore. Ji bo hemû kes tenduristiya xwe biparêzê divê rojê saetêk spor bike.”

'Bila spor ji bo me bibe parçeyek ji jiyanê’

Nevrozê ev tişt gotin: “Jin û zarokên ku sporê dikin bi teybetî divê li ser xwarina xwe bisekinin û baş bêhna xwe berdin. Yan di jî mirov tenê sporê li ser navê sporê neke, spor ji hemû kesî re lazimê û divê wek hînbûnekî jî çêbibê. Dema wê ji dev sporê berda jî bila di koşêyekê hişê we de bisêkinê.”

'Spor faktora pêşkêtina bedenêye’

Nevrozê hemû kes vexwendiyê spor kirinê kir û got temên çibê bila bibê divê hemû kes sporê bike. Nevrozê di derbarê sporê de fikir da jinan û wiha axivî: “Divê spor hêdî hedî bê kirin û di nava dem de bê pêşxistin. Bi teybêtî jin dikarin bi meş û bazdanê dest bi sporê bikin. Dema mirov dest bi sporê dikê êşa pî, pişt û kaba zêdeyê lê piştî demêkî ev êş derbas dibin. Sebêba êşa can jî jib o beden ji westê. Ji bo vê divê spor hêdî hêdî bê kirin. Em dikarin encamêk wiha ji sporê derbixin spor ji bedana mirovan re faktorek hêrî bi sude û divê hemû kes spor bike. Jib o we bila ciwan, temên mezin farq nake bila hemû kes spor bike.”

(gc\dt)