Jinên Atletîzma Şaredariya Peyasê Meryem û Ayşe bû şampiyonên Ewropayê

15:48

JINHA

AMED - Li bajarê Tîflîsê ya Gurcîstanê di kategoriya şampiyona stêrkan a atletîzma ewropayê de werzîşkara Şaredariya Peyasê Meryem Bekmez bû şampiyona Ewropayê, di heman pêşbaziyê de Ayşe Tekdal jî bû duyemîn. Ji nûha de werzîşkarên atletîzmê şampiyona dinyayê û olîmpiyatan ji xwe re dikin armanc.

Atletîzmên jin yên Şaredariya Peyasê ya Amedê serkeftinên pêşbaziyê navnetewî ku bi dest dixin berdewam dikin. Di 14 Tîrmehê de li bajarê Tîflîsê ya Gurcîstana di kategoriya şampiyona stêrkan a atletîzma ewropayê werzîşkara Şaredariya Peyasê Meryem Bekmez bi 5 km yan dijberê xwe li paş hişt, bû şampiyona Ewropayê û di heman pêşbaziyê de Ayşe Tekdal jî bû duyemîn.

Armanc Şampiyona Dinyayê û Olîmpiyat e

Mamosteya atletîzmên jin Azîze Ozbey der barê serkeftina atletîzmên jin de got: "Me bi ked û xwihdaneke mezin ji şerkeftinê re amade kir. Piştî vê keda mezin em bi ser ketin. Em spasiya hevşaredar û kulûba werzîşê re pêşkêş dikin ku alîkarî tim pêşkêşî me dikirin. Keda kompleksa werzîşê ya şaredariyê ku bi rêk û pêk me xebatêb xwe dimeşan di vê serkeftina atletîzmên me ên jin de heye. Armanca werzîşkarên me êdî şampiyona dinyayê û olîmpiyat e."

(zt)