Zarokên Amedê bi sporê pêş dikevin

10:05

JINHA

AMED –Şaredariya Kayapinarê ji bo zarokan bi sporê bide qezenc kirin Dibistanên Sporê yên Havînê vekir û îsal jî qeydan destpê kir. Mamosteya Voleybolê Zozan Zîrek diyar kir ku kesên di temenê biçûk de dest bi sporê bikin hem fîzîk û hem jî rihê wan pêş dikeve. Ji bo zarokên beşdarî sporê dibin jî wiha dibêje; Ji bo hun kêfxweş bin sporê bikin.’

Dibistanên Sporê yên Havînê yên ku Şaredariya Kayapinarê her sal organîze dike îsal jî starta xwe da. Zarokên temenê wan di navbera 7-13’an de diguhere, di qadên Basketbol, Voleybol, Tenîs, Futbol û Atletîzmê de dersan digirin. Eleqeya ji bo dibistanan gelek zêde ye. Ji bo qursan sînrê temen hat danîn û li gorî jîrbûn zarokan tîm tên avakirin. Mamosteyan da zanîn ku ligel perwerdehiyên sportîf faliyetên qezenckirina kesayetê jî tê meşandin û got: “Ji bo pirtir zarok beşdarî qursan bibin emê li taxan bigerin.” Mamosteya voleybolê Zozan Zîrek got ew zarokan bi kêf beşdarî psorê dikin û wiha berdewam kir: “Em li ser sporê fêrî wan dikin ku malbat, nasname û xwe nas bikin. Em ne wek ders, bi kêf ji wan re vedibêjin.”

‘Em zarokan bi sporê didin qezenckirin’

Zozanê bi lêv kir ku zarok bi sporê dane qezenckirin û wiha pê de çû: “Me ji komên temenê wan biçûk destpê kir. Ev sê sale tîmeke me ya jinan a voleybolê heye. Em piranî ji sporîstên xwe yên dibistana Sporê ya Havînê hildibijêrin. Yên em hildibijêrin tevlî kadroyan dikin. eleqe ji bo dibistanên havînê zêde ye.”

‘Di alî fîzîkî û rihî de pêş dikevin’

Zozanê anî ziman ku zarokên di temenê biçûk de dest bi sporê dikin, hem di alî fîzîkî û hem jî di alî rihî de pêş dikevin û got: “Bixwebawerbûna wan jî zêde dibe. Bi taybet li erdnîgariya me zarokên keç ji sporê dur ketine. Ji ber vê dema em zarokên keç dikşînin vê qadê zehmet dibe. Lê spor ji bo wan bandorek mezine. Piştgiriyê dide pêşveçûna beden û rih.”

‘Piştî sporê hedefên min guherîn’

Ronahî Guzel ya 12 salî ku ev du sale tê vê dibistanê got: “Di temenê biçûk de destpêkirin ji bo zarok û malbatê baş e.Zarok bi saya vê hawira xwe ya civakî ava dike. Hevalên nû çêdike û aliyê xwe yê jîr ferq dike. Ez du sale têm vir. Min bi saya mamosteyên xwe, xwe pêş xist. Berê min dixwest bibim doktor. Lê niha dixwazim bixebitim û bibim sporîstek neteweyî.”

‘Ji bo kêfê sporê bikin’

Ronya Yildirim hîna 9 saliye. Ronyayê got ew gelek ji sporê hez dike û wiha got: “Ev 4 mehe sporê dikim. Ji biçûkatiya xwe de voleybolê dilîzim. Ez pir ji vê sporê hez dikim. Spor pir bala min dikişîne. Dema sporê dikim huzur tê min. Bejna min dirêj dibe, hestiyên min pêş dikevin. Ji ber ve bila zarok û jin sporê bikin.”

(hu)