'Bi heman biryarê em ê di Lîga 2’emîn de têbikoşin’

09:46

JINHA

AMED – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîsa 3’emîn de têdikoşiya û di maçên komê de wek şampiyon derket û piştre di Play-Offê de têkoşîn meşand û derket lîga 2’emîn, diyar dikin ku gihiştine hedefên xwe. Lîstikvana tîmê Buşra Oncu diyar kir ku ji serê sezonê heta niha ji bo vê armancê têkoşiyane û wiha got: “Dema em derketina maçên Lîga 2’emîn, di hişê me hemûyan de heman biryarbûn hebû. Me got emê vê maçê bigirin.Ji vir şûnde jî mê xebatên xwe bi heman awayî bimeşînin û emê hêza xwe biparêzin.”

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji serê vê sezonê heta niha di encama têkoşîna ku dan de derketin Lîga 2’emîn. Di lîsa 3’emîn de bi koman re têkoşîn meşandin û piştre tîmên din yên komê li pey xwe hiştin û bûn şampiyon. Tîma ji Play-Off re ma, di maça Kocaelî Harp-Îş’ê de rastî heqeretên nîqadperest hatin û ji ber nêzîkatiya alîgir ya hakem maça yekem ketibû betlanê û pişte maç bi spora 5-1 dabû tîma hember xwe. Tevî van neheqiyan tîmê xebatên xwe berdewam kir û piştre tîmên Bursa û Denîzliyê têk bir û derket lîga jor. Lîstikvana tîmê Hêvîdar Odungît diyar kir ku rewşa tîmê û biryarbûna xwe vegot û wiha got: “Di sezona pêş de armanca me heve ku em derkevin lîga 1’emîn. Di lîga 2’emîn de rakîbên me kî dibin bila bibin, bila ji me bitirsin.”

‘Me hêviya xwe ya lîga 2’emîn her tim parast’

Hêvîdar ku ev 7 sale di tîma jinan a Amedsporê de dilîze diyar kir ku derkteina Lîga 2’emîn ji serê sezonê de xeyala wan ya herî mezin bûye ûgot: “Me îsal zehmetiyên mezin kişandin û em hatin vê astê. Hedefa ev bû ku em derkevin Lîga 2’emîn. Me bi xebatê ev bi ser xist. Em wek şampiyon ji koma xwe derketin. Di maçên Play-Off de me maglubiyetek bê maf jiya. Piştî wê min bawer nekir ku em derkevin lîga 2’emîn. Lê me hêviya xwe parast. Ji xwe me wisa nîşan da ku em zarokên kurdin.”

‘Hedefa me lîga 1’emîne’

Hêvîdarê got niha jî ji bo lîga yekemîn têdikoşin û wiha berdewam kir: “Divê rakîbên me ji me bitirsin. Emê ji bo vê lîgê gelek bixebitin. Em tîmeke xurtin. Me ji bo lîga 2’emîn gelek hewl da. Dema em ji bo maçên mayî çûn Konyayê me hêza malbata xwe jî girt. Dema em derketin maçan Bursa û tîmên din li dijî me pêşdaraz bûn. Lê em li wir li dijî raqîbê xwe centilmen tevgeriyan û me maça xwe girt. Me beramberê keda xwe girt. Tiştên ku divê salên berê bihata kirin îsal pêk hatin. Sezona pêş hedefa me lîga yekemîne. Piranî lîstikvanên me di asta ku dikarin biçin Tîma Neteweyî. Rakîbên me jî vê dizanin. Ew jî hêza me dizanin.

‘Em bi heqeret û şîdeta fîzîkî heta îro hatin’

Ji lîstikvanên tîmê Buşra Oncu jî got di seranserê sezonê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û derketine lîga 2’emîn. Buşrayê bi lêv kir ku di gelek maçên deplasmanê de rastî neheqiyan hatine û wiha got: “Îsal ji bo lîga duyemîn em gelek xebitîn. Em di deplasmanan de rastî şîdeta fîzîkî û heqeretan hatin. Dema em derketina maçên Lîga 2’emîn, di hişê me hemûyan de heman biryarbûn hebû. Me got emê vê maçê bigirin.Ji vir şûnde jî mê xebatên xwe bi heman awayî bimeşînin û emê hêza xwe biparêzin. Niha yekane hedefa me heye ew jî lîga 1’emîne.”

Buşra Becerîklî jî got wê di vê sezonê de bi heman biryarê derkevin û got ji rakîbên xwe natirsin.

(hu)