'Yê girîng ketina ferqê hêzê xwe ye'

09:41

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED- Bûşra Şîmşek ji bo li hember şîdet û êrîşên desthilatdariyê mêr parastina xwe yê cewherî pêk bîne dest bi Kick Boksa yê dike. Bûşra di vê beşa sporê de xwe pêş dixwe li Tirkiyê dibe yekem li cîhanê dibe duyem.

Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Bûşra Şîmşek ji bo parastina xwe yê cewherî pêk bîne di beşa sporê yê Kick Boksê xwe pêşdixe, li Tirkiyê dibe yekemîn û li cîhanê dibe duyemîn. Bûşra ligel teşedayînên civakên zayendîperest û astengiyên malbatê tu car dev ji daxwaza xwe berneda û ji bo serkeftinên mezin li ber xwe da. Bûşarayê ku armanca wê bûna şampiyona cîhanê, gelek car tevlî şampiyona Tirkiyê bû. Bûşrayê ku di gelek pêşbirkan de cih girtiye, ji bo koma Tirkiyê hat hilbijartin. Bûşra di sala 2013'an de bû şampiyon li Tirkiyê, di sala 2013 û 2014'an de jî asta duyem û siyemîn bi dest xist. Bûşra herî dawî tevlî Şampiyona Cîhanê bû li wir jî bû duyem. Bûşra diyar kir ku daxwaza wê wek sporvanek li cîhanê bê nasîne û got jin gava ku sporê dikin dikevin ferqa hêzê xwe.

'Ligel her cure astengî min berdewam kir'

Bûşrayê ku bi armanca xwe parastinê dest bi sporê kiriye, wiha got, "Berî 4 salan bi armancek din min dest bi sporê kiribû. Li hember êrîşên zayendî û şîdetê min vê beşa sporê hilbijart. Bi temamî armanc xwe parastinbû. Antrenora min vê hêzê di min de dît û gelek ji bo pêşketina min xebitî. Min 6 heyv perwerde dît û çûm kampê. Malbat bi tu aweyî piştgirî neda min. Saetên min ên xabatê jî dikirin pirsgirêk. Ne tenê malbat hevalên min jî digotin 'ma tunê çi bikî hîna tu di serî deyî dev ji vî karî berde'. Lê min xwe bi armanca xwe ve kilît kiribû.

'Hîna gelek madalya heye ku ez bistînim'

Bûşra diyar kir ku ew li ber xwe daye û hatî heya vê rojê û wiha pêde çû, "Li hember her kes min li ber xwe da û hatim vê rojê. Piştî bûm yekemîn û min madalya bi dest xistin, her kes wê demê fêm kir ku ez di sporê de ka çiqas jîrim. Demê min dest bi teknîkên parastinê kir, di perwerdeyek yê kampê ya giran re derbasbûm. Piştî 6 heyvan ez bûm Şampiyona Tirkiyê. Piştî bi hêzê xwe yê serkeftinê hesiyam, xwesteka min zêdetir bû."

'Bêy ku bitirsim dimeşim'

Bûşra bilêv kir ku ji ber ew dikare parastina xwe yê cewherî pêk bîne xwe di di nava ewlehiyê de dibîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Baweriya min li hember min mezinbû. Bêy ku bitirsim bi tenê serê xwe dikarim bimeşim. Ez beşek giran dixwînim. Lê hewil didim hem spor hem jî xwendina xwe berdewam bikim. Yê girîng weke jinek ketina ferqê hêzê xwe ye." Bûşra balkişand ku Kick Boks şîdetê îfade nake û wiha got, "Gava ku em tên pêşberî hev, bêy ku em ziyanê bidin hev em sporê dikin. Divê tevahî jin bi sporê re mijûl bibin."

(rc)