Jinên Trubûne Mor li benda demsala nû ne

11:01

JINHA

AMED - Yekda Gunay û dayika xwe koma jinan Amedspor avakirine û ji bo demsala nû wiha bang li jinan kirin: "Pêwîste li tribûnan dengê jinan bilind bibe. Armanca me ew e ku em jin li hemû deran bin."

Jin li hember hişmediya yekdestiya mêran li qadên sporê têkoşîna xwe berdewam dikin. Jinan alîgirê xwe bi xwe ava kirin û rengê xwe li tiribûnan belav kirin. Alîgira koma jinan Mor Tribûn çiqas diçe rêxistina xwe mezin dike. Bi fikra Yekda Gunay û dayika wê Mor Trûbûn a Amedspor derket holê. Mor Tribûn nêzî pênc mihe avabû ye û çiqas diçe mezintir dibe. Jinan piştî êrîşî li hember Amedspor hat kirin hîn bêhtir piştgirî dan Mor Tribûn ê.

'Rêxistina resen ji jinan re pêwiste'

Yekda wiha qala hebûna jinan li Mor Tribûne kir: "Jin hebûnek ku barê hemû cîhanê li ser milê xwe digirin û pîrozin. Êdî tukes nikare mezinbûna xwe li ser jinan bike. Belkî em ji aliyê bedena xwe ve wek mêran bi hêz nebin, lê sekn, bawerî û azima me mînak e." Gava me çima we koma Mor Tribûn ava kir pirs kir û Yekta wiha bersiv da: "Me nikarî bû di nava koma mêran de dengê xwe bilind bikin. Me pêşî bi rêyek cuda bûyînga jinan ava kir. Me ked da û mijûlbûnek ku me şev û roja xwe xist yek heya bûyîng hat ava kirin. Me ticar bes nekir û jixwe bes kirin li jinan na yê. Min û dayika xwe di vê pêvajoyê de dest da hev û Tribûna Mor ava kir.

'Em dixwazin dengê xwe li hemû qadan bidin bihîstin'

Yekda bilêv kir ku armanca wan ew e ku bi vê bûyîngê hebûna jinan bidin bihîstin û wiha dom kir: "Bila dengê jinan li Tribûna bê bihîstin. Min û dayika xwe pêşengiya tevgerekî kir û me hîskir ku gelek jin piştgirî didin. Armanca me ne ew ê ku em li ser navê Amedspor rantê bikin. Em dixwazin hebûna jinan li hemû deran bê xwiyakirin. Me girîngiya welatpareziya koma xwe nîşanî tevgerên jinan da. Dema min û dayika xwe pêşengiya Mor Tribûna Stenbolê dikir berpirsiyar koma Amedê heval Şîlan û dayika xwe dikirin. Em ê dengê jinan li hemû deran bidin bihîstin."

Yekda ji bo demsala nû li benda alîgiriya jina ne.

(dt/zt)