Jinên Amedsporê di voleybolê de bi îddîane

11:14

JINHA

AMED - Koma Voleybol ya Jinên Amedsporê ji bo demsalek din amedekariyê xwe dikin. Ekîba ku ji bo Şampiyoniya Tirkiyê dê biçin Îzmîrê, tenê armanca wan serkeftine.

Yek ji Koma Voleybol ya Jinên Amedsporê amedekariya Şampiyona Tirkiyê ya li Îzmîrê dikin. Li herêmê yek ji komên voleybolê yê herî jîr Amedspor, di duyemîn demsalê de ji bo fînalên li Tirkiyê ji Êlihê bi serkeftî derketin. Koma ku bi serketî, ew ê ji bo Şampiyona Tirkiyê biçin Îzmirê. Koma ku di bingeh de bi kedê xwe serkeftinên mezin bi dest xistine, bi îddîane ku nûnertiya bajarê xwe baş bikin. Kom bi coşa serkeftinê amedekariyên xwe dikin.

'Ji bo min weke terapiye'

Lîstîkvana komê diyar kir ku ew xwedî komek jîrin û got ji bo demsalek din ew amedekariyek bi hêz pêk tînin. Lîstîkvana komê Îza Sûrer wiha got, "Di demsala bê de armanca me mezine. Ji bo em derkevin lîgek din em dixebitini." Îza da zanîn ku ew 5 salin voleybol dilîze û got meraq û heskirina wê li hember sporê her ku diçe mezintir dibe. Îza bilêv kir ku voleybol lîstin ji bo wê weke terapiye û wiha domkir, "Ji ber gelek guhertin çêkiriye, ez ji sporê hezdikim. Hevalên min ên komê tev jî wek xweşk û birayên min in. Spor hestên mirov jî bandor dike. Piştî sporê xwe gelek aram hîsdikim. Bi sporê re ez ê serkeftinên bilind bi dest bixim."

'Ez dixwazim bibim sporvanek baş'

Ji lîstikvanên sporê Gîzem Ay jî da zanîn ku ew stresê bi sporê re davêje û wiha pêde çû, "7 salin ez voleybolê dilîzim. Dixwazim bibim sporvanek baş. Niha rewşa me gelek başe û piranî lîstikvanên me ciwanin. Armancê me mezine ji bo demê pêş. Li gorî salê borî, îsal me serkeftinên mezini bi dest xist. Em xwedî komek ciwan in."

Ceylan Emîneyetîş jî diyar kir ku koma wan yê voleybolê gelek başe û got ji bo hîn baştir bibie ew ê gelek bixebitin.

(rc)