Amûr û Kursa bêpere ji bo 3 hezar werzîşkaran

10:50

JINHA

AMED - Şaredariya Peyasê weke hersal ciwanên ji bêderfetiyê nikare werzîşê bike dest bi qeyda kursên havînê ya werzîşê kir. Şaredarî dike armanc ku ji bo 3 hezar werzîşkaran derfetan pêşkêş bike.

Ji bo ciwanên ji bêderfetiyê nikare werzîşê bike Şaredariya Peyasê bi alîkariya Klûba Werzîşê di betlaneya havînê de weke hersal dest bi qeyda kursên havînê ya werzîşê kir. Kurs dê li Kompleksa Werzîşê ya Amedê bi branşên weke goga lingan, basketbol, voleybol, hentbol, atletîzm, tekvando ve tenîsa kortê bêpere bê dayîn. Ev kurs di 15 Pûşperê de wê dest pê bike ji bo 3 hezar ciwanên di emrê 7-13'an de ku ji alî 20 mamosteyê werzîşê ve wê bê dayîn.

Amûrên Werzîşkaran ji Şaredariyê

3 hezar werzîşkarên beşdarî kursan bibe amûrê wan ji alî şaredariyê ve wê pêk bên. Û wê 3 mehan bidome. Di dema kursdayînê de ji alî kulûba werzîşê ya şaredariyê ve werzîşkar wê bên şopandin û ji bo kesên serkeftî wê derfet bê pêşkêş kirin da ku di nava tîma werzîşê ya şaredariyê de cih bigire.

(rc)