Jinên Mêrdînî bi sporê re demên taybet ji xwe re vediqetînin

09:12

Rojbîn Kaçan/JINHA

MÊRDÎN- Navenda Şêwirmendiya Jinê a Nahir ya ku di binesaziya Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 8 heyvin derfetê spor kirinê ji bo jinan avakiriye. Jinên ku li navenda jinê sporê dikin, diyar kirin ku bi sporê re baweriya wan zêde dibe û gotin ew bi sekna xwe nîşan dane ku spor ne tenê yê mêra ye."

Navenda Şêwirmendiya Jinê a Nahîr ya ku di binesaziya Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xebat dide meşandin, 8 heyvin ji bo jinan xizmetên kondisyon, plates, step aerobik û tevgerên sporê ên parastinê dide. Xizmeta ku li Salona Sporê ya Navenda Şêwirmendiya Jinê a Nehrînê bê pere tê dayîn, jin ji sibê saet 10.00 heya 12:00 û piştî nîvro jî di navbera saet 13:00-15:00'an de xebat tê rêvebirin. Perwerdekara sporê Sevda Akman (27) diyar kir ku ew bi xizmetên sporê kêmbe jî dixwazin jinan ji malê derînin û tevî jiyana civakî bikin.

'Em tevgerên sporê ên parastinê mîna karete û tekvando hîn dikin'

Sevda da zanîn ku ew xizmetên sporê didin 27 jinan û got her jinek armancek wê ya sporê cuda heye. Sevda bilêv kir ku hin jin ji bo ji tangbûna malê derên têne sporê û wiha pêde çû, "Hin jin ji bo zeîf bûnê û hin jî ji bo dem ji bo xwe veqetînin tên sporê. Spor ne tenê qadê mêra ye. Ji ber vê jin branşên ku dixwazin tevlî dibin. Sporên mîna karete û tekvando wekî ku tenê yê mêrane tê hesbandin. Li salona sporê tevî jinan em tekvando û karete jî dikin. Bi kirina tevahî beşên sporê, em nîşan didin ku spor ne tenê yê mêra ye."

'Spor ne tenê yê mêra ye'

Emîne Bîlge (41) ya ku du heyvin dest bi sporê kiriye, diyar kir ku ji roja ku ew dest bi sporê kiriye ew xwe gelek zindî dibîne. Emîne bilêv kir ku ew sporê hem ji bo tendurstiyê hem jî ji bo zeîf bûnê dike û wiha pêde çû, "Gava ku sporê dikim ez gelek kêfxweş dibim û xwe gelek aram hîsdikim. Jin li vir gelek xweş sporê dikin. Spor ne tenê ji bo mêran ji bo jinan hem ji tenduristiyê re hem jî ji bo derûnî gelek bi sûde. Divê jin ji bo xwe demên taybet veqetînin."

'Baweriya min hember min bilind bû'

Narîn Ceylan (35) jî anî ziman ku piştî ew hatiye sporê baweriya wê li hember wê çêbûye û tenduristiya wê gelek başbûye û got, "Gava ku spor dikim ji stresê dur dikevim. Divê tevahî jin sporê bikin."

(rc)