Tûrnûwaya Werzîşê ya Lîga 3. a Amedê bi dawî bû

12:34

JINHA

AMED - Ji alî Şaredariya Peyasê û Klûba Werzîşê ya Kayapinarê Tûrnûwaya Werzîşê ya Lîga 3. a Amedê li dar xistibû bi lîstikên fînalê bi dawî bû. Bi dawîbûna Lîgê re tîmên serketin hêjayî xelatê hate dayîn.

Şaredariya Peyasê li Tesîsa Werzîşê ya Amedê 17 tîmên ji 2 komên ku ji şagirtên dibistana navîn û lîseyê pêk dihatin Tûrnûwaya Werzîşê ya Lîga 3. a Amedê li dar xistibû bi lîstikên fînalê bi dawî bû. Di lîstika fînalê de hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin, hevşaredarê Bajarê Nû Selîm Kurbanoglu, rêveberên HDP, BDP, rêveberên komên werzîşê û klûba werzîşê beşdar bûn. Di dema xelat dayînê de hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin axaftinek kir û got: "Em dixwazin ciwanê me ne di nava şer, di nava aştiyê de werzîşê bikin. Ciwan pêşeroja civakê ye. Em bi ciwanên xwe serbilindin. Bila ciwanê Anatoliya Navîn û Mezopotamyayê şer nekin û di nava aştiyê de bi hev re werzîşê bikin. Ji pêşeroja jiyana werzîşkarên beşdarvan ên tûrnûvayê re serkeftinê dixwazim û ji kesên ku ked dane ji bo li darxistina vê tûrnûwayê re jî spasiyên xwe pêşkêş dikim." Piştî axaftina dawî ji alî beşdarvanan ve xelat weke Kûpa û xelatên cihê li kesên ku ser ketibûn hate belavkirin.

Amûrên werzîşkaran ji Şaredariyê

Amûr û alavên 204 werzîşkarên beşdarî tûrnûwayê ya ku dê mehekê bidome bûne ji alî şaredariyê ve pêk hatin. Di dema tûrnûwayê de ji alî klûba werzîşê ya şaredariyê ve lîstika werzîşê hate şopandin û kesên serkeftî ji bo di nava tîma werzîşê ya şaredariyê de cih bigire dê bi wan û malbatên wan re bên axaftin.

Werzîşkarên Serkeftî hatin xelatkirin

Bi dawîbûna tûrnûwayê re ji alî hevşaredar M. Alî Aydin xelatên cihê cihê li werzîşkarên atletîzmê ên di pêşbaziya Navnetewî û Tirkiyeyê de madalya bi dest xistibûn û tîma werzîşkarên hentbolê ên li herêmê bûbûn şampiyon û li Tirkiyeyê jî bûbûn 7.mîn belavkir.

(rc)