Jinên Çinarê daketin qadê 'rêzik' hilweşandin

10:51

JINHA

AMED - Li Çinarê Turnaveyê Voleybolê ya ku plansazî dike 'jinan daxe qadê' dikeve meriyetê. Jinên ku dê tevlî turnuvayê bibin, kevneşopiyên ku wan ji qadê sporê dûr dixe jî hildiweşînin û kêfxweşiya daketina qadê dijîn.

Jinên navçeya Çinara Amedê hebûna xwe di qadên civakî de avadikin. Jinên Çinarê qadên xweser pêk tînin û xebat didin meşandin. Yek ji van qadan voleybol e. Li Çinarê turnuvayê voleybolê ya ku ew ê 1. car bê li darxistin de, 6 kom tevî 76 leyîstikvanê sporê di 16'ê Gulanê de ew ê starta xwe bidin. Di turnuvayê de komên Jinên Azadiyê, Jinên Berxwedan, Keçê Kurda, Kevoka Aştiyê, Stêrkên Azadiyê û Jinên Aştiyê dê bikevin pêşbirkê. Pêşbirk wê li qada volaybola Parka Meydan Kentê di saet 16.00'an de pêk were. Xebatkara Şaredariya Çinarê û Navenda Jinê ya Jînwarê Alîkar Zîrek diyar kir ku ew ê xebatê wan tenê bi voleybolê ve sînordar nemîne û got ew tevlî gelek xebatan bibin. Alîkar destnîşan kir ku navçeyê Çinarê xwedî sosyolojiyek feodale û anî ziman ku armanca wan qadên xweser ji bo jinan avakirine.

'Em dixwazin jin di qada sporê de jî çalak bibe'

Alîkar da zanîn ku ew komê li gorî temenên 11-13 û 14-25 ji hev cuda dikin û got ew antrenmanên xwe berdewam dikin. Alîkar destnîşan kir ku armanca wan çalak kirina jinan di qadê sporê de ye û wiha pêde çû, "Li Çinarê qadên sporê ne tenê cihê ku mêr jê sûdê bigrine. Em dixwazin vê hişmendiyê biguherin. Ne tenê li Çinarê li gelek cihan em dixwazin êdî jinan li qadên sporê bibînin. Me dest bi voleybolê kir lê em ê bi vê yekê sînordar nemînin. Ji vir û pêde em ê bi futbol, tenîs û basketbolê re dewam bikin. Armanc turnuvayê ku em bi 76 lîstikvanên sporê daye dest pêkirin, hêjmar derxistina 100'an e. Em ê sporê bikin berçeyek ji jiyana jinan."

'Gava ku jin hem lîstikvan û hem jî fêrmend bin hêz dide me'

Menekşe Zîreka ku tevlî antrenmanên pêşbirka turnuvayê bûye got, "Di qada xebatê de gava ku jin hem lîstikvan û hem jî fêrmend bin hêz dide me. Li aliyê din me li vir dît ku spor perçeyek ji qadên jiyana jinê ye. " Menekşe bilêv kir ku berî dest bi sporê bike ew xwestiye bibe mamoste, lê piştî dest bi turnuvayan kiriye ew êdî dixwaze xwe di qadê sporê de pêş bixe û wiha domkir, "Bi vê xebatê re armanca min di sporê de pêşketine. Êdî di demê xwe ên vala de ez ê her dem bêm antrenmanê. Ez êdî dixwazim bibim sporvanek mayînde li vir. "

'Malbat bi turnuvayan re xwe ji hişmendiyê feodal jî rizgar dikin'

Ji sporvanan mûjde Parilti da zanîn ku berî tevlî antrenmanan bibe ew ji qadên sporê dur disekinî û wiha berdewam kir, "Bi turnuvayê re tevahî jinên ciwan ligel hev em tên e vir û tevahî jî bi heskirinek mezin em sporê dikin. Em êdî astengiyên pêşiyê jinan di qadê sporê de nasnakin. Em bi vîna xwe êdî her tişt dikin li vir. Malbatên me jî êdî bi turnuvayan re xwe ji hişmendiyê feodal rizgar dikin û piştgirî didin me. Ligel ku min nû dest bi sporê kiriye jî gelek min heskir û ez ê herdem berdewam bikim."

'Divê berdewamiya vê yekê bê'

Ji sporvanan Remziye Tamircan jî destnîşan kir ku bi turnuvayê xweser re, ji demên borî hîn azadtir voleybolê dilîze û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li vir spor kirin wê di pêşerojê de jî jiyana me bandor bike. Ji ber vê divê xebat û aktîvîteyên wiha bên dewam kirin. Êdî ne jinên ku dernayên ber derî, jinên ku tevlî her qadê jiyanê dibin hene. Em li virin."

(rc)