'Em ê çîm hokey bigihînin hemu jinan'

10:28

JINHA

AMED - Armanca koma Çîm Hoke ya Jinan a Peyasê li Kurdistanê çîm hokey bi hemû jinan dayîna nasîn e.

Li Kurdistanê spora çîm hokey gelek nayê nasîn, bi saya jinên sporvan di nava civakê de hêdî hêdî tê nasîn. Jinên sporvan komên futbol, basketbol, voleybol û atletizmê destnîşe avêtin binê serkeftinan û di heman demê de jî çîm hokey jî gelek serkeftiye. Koma Jinên Çîm Hokey a Peyasê dixwaza vê sporê bi hemu jin û zarokên Amedê bide hezkirin. Endamên koma ku ji jinên ciwan û zarokan pêktê her devera ku diçinê serketinên mezin bidest dixin. Sporvan Sara Demir got: "Dema em di kolanê de di meşîn yên ku goga stîk bi mere dibînin pirsa ev çiye? dikin. Em jî çîm hokey didin nasîn. Lewra em dixwazin çîm hokey bê nasîn."

'Bila hemu jin fêrî çîm hokey bibin'

Sara Demir bilêv kir ku ew 6 mihe bi çîm hokey dilîze, gava ew hatiye koma Peyasê ev spor naskiriye. Sara da zanîn ku lîstîka Çîm Hokey hişke, lê sporek gelek bi keyfe û wiha dom kir: "Ev beşa sporê tê zanîn bi giştî mêr dilîzin. Ev beşa sporê bila hemu kesê ji xwe bawerk bilîze. Em vê sporê dilîzin, lê li herêmê jinên ku vê soporê nasnekin hen e. Divê jin hemu çîm hokey fêr bibin.

Sara destnîşan kir ku ew dixwaze xwe pêş bixe û bibe antrenorê çîm hokey û wiha lê zede kir: "Hişkbûna lîstîkê tiştek naguhere. Ez difikirm têkariya çîm hokey ji mirovan re geleke. Ya ku herî nêz û jê keyf digirin hoke ye. Ji bo vê ez li virim."

'Bila malbat vê sporê bi zarokên xwe bibin hez kirin'

Semanur Demir a 12 salî dest bi lîstandina çîm hokey kirî anî ziman ku ew 9 mehe vê sporê dilîze û armanca wê ya herî mezin ewe ku bibe perwerdvana çîm hokey. Semanur got ku ew evîndarê çîm hokeye û wiha berdewam kir: "Ez dixwazim hemu kes vê sporê bike. Em tevlî turnuvayê dervî bajar dibin. Em li dervî bajarê Amedê serkeftî temsil dikin. Ji bo em hîn bêtir Amedê temsil bikin pêwistiya me bi gelek lîstikvanan heye. Ji ber vê bila malbat çîm hokey bi zarokên xwe bidin hezkrin."

'Divê em Çîm Hokey bigihîjin gelek mirovan'

Şehnaz Akmeşe ya ku di koma çîm hokey a piçûka de cih digre got ku ew di dixwaze bibe pişesaza vî karî û ew 3- 4 sale bi çîm hokey dilîze. Şehnaz anî ziman ku ew bi saya perwerdevanan çîm hokey naskiriye û bi heskirin dilîze. Gava ew nû çîm hokey lîstiye bi saya lîstikvanên mezin destpekiriye. Şehnaz destpkirina çîm hokey wiha vegot: "Dayîka min mamostebû, ez pêre diçûm dibistanê, min liwir dît mirovên mezin çîm hokey dilîzin. Gava min dît keyfa min pir hat û piştre ez jî lîstîm. Ez xwe pir bi şens hîs dikim. Ji bo ku min spor pir zu naskir. Divê em vê sporê bigihînin gelek kesan."

(dt/zt)