Jinên alîgir: Di demsala bê de em ê li trîbûnan cih bigrin

09:11

JINHA

AMED- Jinên alîgir li hember êrîşên ser Amedsporê ji bo demsal bê bang li tevahî jinan kirin ku cihê xwe di trîbûnan de bigrin û gotin ew bi yekbûnê û hevgirtinê bi hêz dibin. Endama Trîbûna Mor Şîlan got, "Di demsala bê de wek jinên alîgir em ê tev di bin sîwana Trîbûna Mor de li hev kom bibin û piştgirî bidin koma xwe. Tevahî jin li şûna ku li mal bertekê xwe nîşan bidin divê bên qadê û êrîşên ku pêk tê şermezar bikin."

Koma Amedsporê di demên dawî de ligel serkeftinên mezin rastî êrîşên fîzîkî û devikî hatin. Herî dawî piştî maça ku li Enqerê hat lîstin rêveberên Amedsporê rastî êrîşên nijadperestî hatin. Ligel ku kom rastî binpêkirina maf tê, Federasyon jî çav digre. Jinên alîgir ên ku ti car komê xwe bi tenê ne hêştine, di her lîstikê de piştgiriyê xwe kêm nekirine. Jinên alîgir diyar kirin ku ew ê her dem ligel komên xwe bin û gotin di demsala bê de ew ê tev li trîbûnan de cih bigrin.

'Spor aştî, wekhevî û dostaniyê nîşan dide'

Ji jinên alîgir Necla Demîrhan diyar kir ku ew her dem ligel komêye û wiha got, "Ez ji Amedê me û tenê piştgirî didim koma xwe. Ez têm her maçê. Demên borî hêjmarê me jinan kêmbû. Lê niha hêjmarê me zêde dibe. Piştî êrîşên ser komê, piştgirî zêdebûn. Ez êrîşên ku hember Amedspor pêk hatî bi tundî şermezar dikim. Li gorî nêrînê min spor aştî, wekhevî û dostaniyê nîşan dide. Divê nekokiyên siyasî tevlî sporê neyê kirin. Gava ku komê Enqerê hatî tê bîra min me wan bi gulan pêşwazî kiribû û wan nava bajêr de gerandibû. Em helwesta wan napejrînin û dibêjin ku em gelek bi hêrsbûne. Em ê dostaniyê xwe û helwestên xwe yê mirovbûnê biparêzin. Divê tevahî jin piştgirî bidin Amedsporê."

'Em ê her dem xwedî li wan derên'

Aynur Turan jî got, "Di vê maçê de ez û keça xwe hatin. Amedspor ji bo me her dem heye. Ji bo sala bê em ê piştgiriyê xwe berdewam bikin. Wek jinek alîgir ez ê ti car koma xwe bi tenê nehêlim û em ê her dem xwedî li wan derên."

'Tevahî jin bila bên ku bê zanîn em ne bi tenê ne'

Şîlan Turan jî da zanîn ku ew endama Trîbûna More û wiha got, "Em êrîşên nijadperestî ên hember Amedsporê şermezar dikin û dibêjin em li gel komê xwe ne. Di her maçê de em virin. Em bi komê xwe re bi hêz dibin. Di demsala bê de jî wek jin em ê xwe di bin sîwana Trîbûna Mor de bên ba hev. Divê jin li vir hem piştgirî bidin komê hem jî êrîş şermezar bikin. Tevahî jin bila bên ku bê zanîn em ne bi tenê ne."

(rc)