'Jin rengê sporê ye'

10:40

JINHA

AMED - Koma Bastetbola Jinan a Peyasê bi gotina "Jin rengê sporê ye" dest bi xebatê kir û bê navber xebatê xwe berdewam dikin. Antrenora komê Dîlan Kardaş Kartal got, "Eger em ê zîhniyet û pergala desthilatdariyê bi hebûna jin hilweşînin, wê demê divê jin hişmendiyê spor 'karê mêre' ji holê rake û rengê xwe li qadê sporê bide diyar kirin. Em jî li vir jin bi sporê re armanc dikin vê pergalê hilweşînin."

Yek ji sê komên basketbolê yê Amedê koma Basketbola Jinan a Şaredariya Peyasê, têkoşîna derketina lîga jor didin û xebatê xwe bê navber berdewm dikin. Sporvanên ku dibêjin spor rengê jinan diyar dike, xwe li qadên futbol, basketbol, voleybol û branşên din nîşan didin. Jinên sporvan ên ku li hember raqîbên xwe yên mêr serdikevin, diyar kirin ku qada sporê ji bo jinan qada azadiyê ye. Koma Basketbola Jinan a Şaredariya Peyasê armanc dike ku di demên pêşde sporvanên jin ên jîr pêşbixe û ji bo vê yekê jî şertên serkeftinê amede dike. Antrenora Komê Dîlan Kardaş Kartal diyar kir ku armanca wan ne tenê sporvanên jî pêşxistine û wiha got, "Em heman demê de sporvanan ji bo pêşerojê amede dikin. Her wiha em kêfxweşiya xweseriya jinan yê di nava sporê de dijîn."

'Em piştgirî ji komên bi hêz zêdetir digrin'

Dîlan a ku du sale antrenoriyê dike diyar kir wan di serî de dest bi her sporê kirine û wiha got, "Kesên hatin û dest bi sporê kirine, di serî de tu têkiliyê wan bi sporê re nînbû. 3'ê salin em tevlî pêşbirkên ku federasyonê amede dike dibin. Em piştgirî ji komên bi hêz zêdetir digrin. Armanc li vir ne tenê komê serkeftî avakirine, di heman demê de em wan ji hişmendiyê ku pergal hînê wan kiriye diparêzin. Wek jinên sporvan em xwe ji bo pêşerojê amede dikin û dixwazin zarokên ku dûrî sporê mane tevlî qadên sporê kirine."

Dîlan da zanîn ku jin reng daye sporê û wiha domand, "Pirsgirêkên ku dertê pêşiyê sporvanên jin gelekin, ji ketin û derketinê bigrin heya derketina dervî bajêr. Sedemê vê malbat û kevneşopiyê civakê ne. Lê jin rengê dide sporê. Eger em ê zîhniyet û pergala desthilatdariyê bi hebûna jin hilweşînin, wê demê divê jin hişmendiyê spor 'karê mêre' ji holê rake û rengê xwe li qadê sporê bide diyar kirin. Em jî li vir jin bi sporê re armanc dikin vê pergalê hilweşînin."

'Divê jin li her derê sporê bike û dem ji bo xwe veqetîne'

Ji lîstikvanê komê Hêlîn Polat (15) jî wiha got, "Ji temenê xwe yê biçûk ve gelek ji sporê hezdikim. Spor ji bo jiyanê min xwedî girîngiyek mezine. Ez xwe bi sporê re îfade dikim. Bi spor kirinê re mirov azad dibe. Spor wateyê jiyana mine. Temenê min biçûke hîna lê di pêşerojê de ez ê bibim sporvanek jîr û jêhatî. Ji bo jinên ku li malê demê xwe bi telefonê re diborînin bangaweziya min heye. Spor dê wate bide jiyanê û bihêle ku hûn hîn çêtir xwe nasbikin. Ji ber vê divê her jin li her derê sporê bike û dem ji bo xwe veqetîne."

'Ez dixwazim hêzê jinan yê di sporê de raberî her kesî bikim'

Basketbolvan Asya Yaşar jî da zanîn ku ew du sale basketbolê dilîze. Asya bilêvkir ku temenê wan biçûke û komê wan nûye. Asya da zanîn ku armanca wan mezine û wiha pêde çû, "Ez di wê baweriyê de me ku koma me yê basketbolê di pêşerojê de wê bibe xwedî cihek diyar. Basketbol ji bo min her tiştê îfade dike. Ji ber ku basketbol di demên herî zehmet ligel min bû. Ez her roj ji bo xwêdan bidim têm vê salonê. Êdî spor bûye perçeyek ji jiyana min. Ez dixwazim hêzê jinan yê di sporê de raberî her kesî bikim."

(rc)