Basketbolvan Helîme bi hêrsa serkeftinê nûbûn avadike

09:10

JINHA

AMED - Halîme Varli (13) di qada basketbolê de serkeftinên mezin bi dest dixe. Halîme bi serkeftina Koma Millî û xelata sayi kralîçebûnê gavên mezin avêt. Helîme diyar kir ku armanca wê WNBA'ye got, "Di şertê herî giran de bi baweriyê serkeftinê min dest bi leyîstikê kir."

Her çiqas hêşmarê lîstikvanên sporê ên Amedê bên piştçavkirin jî, hêjmarê sporvanên jîr û serkeftî her ku diçe zêdetir dibe. Sporvanên amedê ligel kêm derfetî bi kedên mezin xebatê xwe bi rêve dibin. Bi taybet di qadên sporê de jinên futbolvan, basketbolvan û hwd. têkoşîna serkeftinê didin. Ne tenê li Amedê her wiha li Êlih, Colemêrg û Wan jî ligel kêm derfetî xebatên berfireh tên kirin. Yek ji van lîstikvanên basketbolê Halîme Varliye.

'Di 13 salî de min dest bi sporê kir'

Halîme diyar kir ku ew di 13'e saliyê xwe de dest lîstika basketbolê kiriye û wiha got, "Gava ku min nû dest bi sporê kir ez kalevanê Hentbolê bûm. Dûvre min dest bi basketbolê kir. Di serî de min di koma Rezanê de dest bi lîstikê kir û li wir hînê gelek tiştan bûm. Niha jî di koma Lîga 1. a Basketbolê yê Jinan de li Nevşehîrê a GHSM'ê dilîzim. Di serî de malbat jî gelek piştgirî neda min. Lê piştre heskirin û hêrsa min yê li hember basketbolê dîtin. Nêrînê malbatê min dûvre hat guhertin ji xwe."

'Armancê min herdem serkeftine'

Halîme da zanîn ku basketbol ji bo wê wek rengek yê jiyanê ye û wiha pêde çû, "Basketbol ji bo min cîhanek cûda ye, dema ku dikevim sahê ez nefes digrim. Gava ku min dest bi basketbolê kir aramanca min her dem serkeftinbû. Di şertê herî giran de jî bi baweriyê serkeftinê min basketbol leyîst. Ti car min dev ji hêrsa serkeftinê berda. Niha ez hîn zêdetir nêzî xeyalê xwe bûme. Ji ber vê gelek dixebitim."

'Armancê min di WNBA'yê de lîstandine'

Halîme bilêv kir ku ew salê borî di koma Şaredariya Alanya de leyîstiye û îsal jî di koma Nevşehîr a GHSM'ê de lîstiye. Halîme wiha dirêjî da gotina xwe, "Di salek din de ez ê komek din de bilîzim. Armancê min di WNBA'yê de lîstine. Li Amedê hatim dinê û li vî bajarî min xwe pêşxist. Mirovên ku li herêma Kurdistanê dijîn tev dilê wan paqije û zarok tev li hember sporê bi meraqin. Divê ji bo pêşketinê wan derfet bên avakirin."

(rc)