Koma Futbolê ya Amedsporê vê carê Lîga 2. kir armanca xwe

09:06

JINHA

AMED - Koma Futbolê a Jinên Amedsporê piştî bû şampiyon vê carê berê xwe da maçên play-offê. Ji lîstikvana koma Amedê Bûşra Oncu got, "Li vir me serkeftina komê yê şampiyoniyê pîroz kir. Em bi hêvîne ku pîrozkirina me yê duyem wê lîga 2. be. Divê her kes ji me bitirse êdî, Amed çiye dê her kes bibîne."

Koma Futbolê a Jinên Amedsporê di Lîga Futbolê yê Jinên Tirkiyê bi serkeftî şamiyoniyê bi dest xistin û diyar kirin ku ew bê sebir li bendê maçên play-off'ê ne. Koma jinên Amedsporê piştî têkoşînek mezin serkeftina şampiyonê bi dest xist û vê carê amedekariya maçên play-off'ê dikin. Koma ku li hember feresetên zayendîperest û nijedperestî jî têkoşîn dide, bi serkeftina xwe karî nûnertiya komê yê Amedê bi serbilindî bike. Endamên komê diyar kirin ku ew ê bi heman potensyelê xebatê xwe dewam bikin û amedekariya maçên play-off'ê bikin.

'Wekî her demî em ê têkoşînek mezin bidin'

Ji lîstîkvana komê Bêrîtan Gûltekîn wiha got, "Wek koma Amedsporê serkeftina şampiyonê serbilindiyek dide me. Ji xwe di serî de ji bo vê serkeftinê me têkoşîn da. Niha em bûn şampiyon piştî du hefte bi raqîbek din re em ê bên beramberî hev. Ji bo maçê play-off'ê em di rewşek bi hêzdene. Ji bo serkeftinê jî tiştê ji destê me bê em ê bikin. Ev pêvajo ji bo me gelek girînge, wekî her demî em ê têkoşînek mezin bidin." Bêrîtan diyar kir ku tenê li Amedê koma wan yê lîgê ye û wiha pêde çû, "Em li vir tenê koma jinanin. Nêrînên li hember jin cuda ye. Lê bi sekn û serkefinên xwe me cardin zîhniyeta li hember jinan şikand. Her kes di vê pêvajoyê de piştigirî da me. Me jî baweriya wan vala dernexist. Em ê ji vir û pêde zêdetir bixebitin û Lîga 2. bi dest bixin."

'Em ê nûnertiya Amedê bi aweyek baş bikin'


Hîvîdar Odunkîn jî wiha got, "Em ji bo play-off'ê amede ne. Divê raqîbên me ên wê maçê ji me bitirsin. Em dixwazin wir jî bi ser bikevin û Lîga 2. misoger bikin. Di pêvajoyek wiha zehmet de em bi serkeftinê gelek kêfxweş bûn. Lê di dawiyê de şampiyoniya ku me heq dikir me bi dest xist. Em ê gelek bixebitin. Em ê nûnertiya Amedê bi aweyek herî baş bikin."

'Divê her kes ji me bitirse êdî, Amed çiye dê her kes bibîne'

Bûşra Oncû jî anî ziman ku ew di vê sezonê de gelek bi îdea ne û wiha domkir, "Di vê sezonê de em gelek bi îdeane ku em ê biserbikevin. Dê dewamê vê şampiyonê were. Li vir me serkeftina komê yê şampiyoniyê pîroz kir. Em bi hêvîne ku pîrozkirina me yê duyem wê lîga 2. be. Divê her kes ji me bitirse êdî, Amed çiye dê her kes bibîne."

(rc)