Parsenghilgir Yeşîm tevahî 'astengî' bi sporê re derbaskir

09:10

JINHA

AMED - Parsenghilgir Yeşîm Erman ya astengdarê çav di gelek pêşbirkên Tirkiyê û cîhanê de serkeftin bi dest xistine wiha dibêje, "Li hember her kesê ku digot 'tu nikarî bikî' bi sporê re min tevahî astengî derbaskirin.

Jinên ku têkoşîn li hember qadên jiyanê ên bi zîhniyeta serdestî hatî pêçandin didin, tevahî deriyên sporê vedikin û astengiyan derbas dikin. Jinên astengdar ên sporvan navnîşana serkeftinek taybetin. Xwendekara Beşa Perwerdehiya Beden û Pîşeya Sporê ya Zanîngeha Dîcleyê Yeşîm Erman bi sporê re astengiyên jiyanê diborîne û serkeftin bi dest dixe. Xwendekara refa yekem Yeşîm parsenghilgirek serkeftiye û tenê daxwaza wê bûyîna antrenore. Yeşîma ku astengdarê çavaye wiha got, "Dibe ku li gorî her kesî astengdarbim lê ez wiha nabînim. Tevahî nêrîn bi hêvî û hêrsa xwe yê serkeftinê min derbaskir û hatim heya van rojan."

'Ji ber astengdarî û jinim gotin 'tu nikarî bikî''

Yeşîm diyar kir ku ji ber astengdariya çavan ew dereng dest bi perwerdehiyê kiriye û wiha got, "Xizmên min, heval û hewirdorên min di serî de ji min re digotin 'tu astengdarî ji ber vê tu nikarî tiştek bi serbixî'. Ligel van gotinan wek jin jî gelek bawerî nedidan min. Ji ber helwesta wan û nêzîkatiyên wan ên hember min ji gelek mijaran de kêm mam. Di 11'e salî de min dest bi dibistana seretayî kir. Piştî rewşa çavê min girantir bû neçar mam dibistanê terk bikim. Dûvre min cardin despêkir. Di 18'e saliyê xwede ji dibistana navîn mezûn bûm. Piştre min xwendina serbest berdewam kir."

Di turnuvayên Tirkiyê û cîhanê serkeftin

Yeşîm destnîşan kir ku bi xwendinê re ew sporê piştçav nekiriye û wiha pêde çû, "Ligel xwendinê di sala 2009'an de min dest bi sporê kir. Branşa min a yekem atletîzmbû. Di her pêşbirgek ku ez tevlî dibûm, serdiketim. Dûvre min berê xwe da beşên din ên sporê. Di sala 2010'an de tevlî turnuvayê parsenghilgirî bûm. Di pêşbirkê de bûm duyemîn dûvre ji ber serkeftinê ku min bi dest xistiye min tevî koma millî kirin. Her wiha tevlî şampiyona cîhanî bûm, bi ser neketim li wir lê gihêştina wê astê ji bo min girîng bû. Di turnuvayê cîhanî a ku li Antalyayê pêk hatî bûm siyemîn. Di turnuvayê judoyê de jî bûm duyemîn. Di dawiyê de cardin di sporê de vegerîm beşa xwe parsenghilgiriyê."

'Bi vîna xwe serkeftin bi dest xist'

Yeşîm anî ziman ku jinên sporvanên astengdar gelek zehmetî dikêşin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hem astengdar hem jî bûyîna jin gelek zehmete. Ji ber nêrînê hewirdor gelek bandor li ser min kir û hîna jî zehmetiyê wê dijîm. Zehmetbû pêvajoyên ku min jiyan kir lê biserketim. Bi vîna xwe serketim û min nêrînê hewirdor şikand. Malbat jî piştgirî da min. Eger armancek hebe divê serkeftin esas bên girtin."

(rc)