'Ji bo ku jin xwe nû bikin divê sporê bikin'

09:16

JINHA

AMED - Li Amedê jin hewldidin di qadê sporê de hebûna xwe mezin bikin. Lîstikvana voleybolê Bîngûl Çelîk got, "Spor bingeha jiyanek bi tendûriste. Her jinek ku ji xwe hezdike divê sporê bike. Spor dibe sedema avakirina baweriya cewherî."

Jinên ku li Amedê di qadê sporê de serkeftinên mezin bi dest xistine, tevahî jinan ji bo jiyanek bi tendûrist banga spor kirinê kirin. Jinên ku li herêmê bi lîstika futbol, voleybol û basketbolê serkeftinên nû bi dest dixin, hebûna xwe li qadê jiyanê berfireh dikin. Yek ji lîstîkvana serkeftî yê voleybolê Bîngûl Çelîk da zanîn ku ew bi saya sporê hînê gelek tiştan bûye û wiha got, "Spor bê sînoriya serkeftinê hînê min kir û vê baweriyê bi min da qezenç kirin." Bîrgûl diyar kir ku ew berê di komên li îddara Taybet yê Bajarê Xarpêta, Zanîngeha Dîcleyê û Şaredariya Mezin de lîstiye û wiha domkir, "8 sal min voleybol lîst. Ji her alî ve voleybol sûdê da min. Berpirsyarî di min de avakir."

'Bi sporê re bûm xwedî armanc'

Bîngûl destnîşan kir ku bi sporê re ew bûye xwedî armanc û wiha pêde çû, "Voleybolê bi sînorkirin ne raste. Eger kesayetek ketibe ferqa xweşikbûna sporê, armanca xwe her dem dibe serkeftin. Armanca min yê herî mezin jî serkeftine di qadê sporê de. Hêrsê min yê sporê sînoran ji bo min ji holê rakir."

'Bêy spor jiyan nabe'

Bîngul bilêvkir ku ew îqna kiriye ku bê spor jiyan nabe û wiha pêde çû, "Bûnyeyek ku hînê sporê bûye nikare bê spor bijî. Bedenê ku hînê sporê bûye her dem tevger dixwaze. Min nekarî berdim tu car. Astangdariyek min biçûk çêbû, neçar man demek navber bidim, lê bi hereketên cûda min bedenê xwe nû kir. Ji bo ez voleybolê hînê mirovan bikim li dibitanan min dest bi erkê mamostetiyê kir. Ez bawer dikim ku bê spor jiyan nabe. Bi sporê re min ji xwe re jiyanek nû avakir."

'Divê jin li mal rûnenin'

Bîngûl her wiha anî ziman ku divê tevahî jin spor bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Spor bingeha jiyanek bi tendûriste. Her jinek ku ji xwe hezdike divê sporê bike û xwe ji nava çar dîwaran rizgar bike. Spor dibe sedema avakirina baweriya cewherî."

(rc)