Jinên alîgirê gog ê li hember nijadperestan li ber xwe didin

09:06

JINHA

AMED - Jinên Alîgirê koma Mor Tribûn diyar kirin ku li hember parvekirinên tora civakî yê nijadperestî û hişmendiya desthilat wê li ber xwe bidin û gotin: "Ev hişmendiya wiha me hîn bêtir bi hêz dike, ew dîsa fêrî me dikin ka em ê çawa ji heqê wan derkevin."

Mirovên ku li hember polîtîqayên şerê Kurdîstanê serî rakirin li ser tora cîvakî rastî gefên nijadperestî û helmetên lîncê tên. Lîstîkvanên Amedsporê ku panqarta 'Bila zarok nemirin werin gogê' vekirin li ser tora civakî rastî gotinên nijadperest hatin. Lîstîkvan wan mirovên ku gotinên nijadperestî dikin, li ser rupelê xwe teşîr dikin. Koma Alîgirê Amedsporê a jin Mor Tribûn li ser tora civakî rastî gotinên zayendî û nijadperestî tên.

'Bêketin û bêzarbûn em li vê derê ne'

Koma alîgirê gogê li ser hesabê xwe yê tora civakî piştgiriya koma xwe parkiribû li ser vê gelek nijadperestan li binê parvekirina wan 'Evîn li Bodrumê tên jiyandin, bedewa min' û li ser hesabê xwe yê teybet hertim haqaretî kurdan dikin, alîgirên jin di derbarên wan de gilî kirin. Endama Mor Tribûn Yekta Gunay got: "Dixwazin me bi şerê derunî têkbibin, lê bila zanibin bêketin û bêzarbûn em li vê derê ne."

'Dixwazin Mor Tribûnê têkbibin'

Yekta diyar kir ku gelê Kurdistanê li hember wahşeta dewletê berxwedanek muezzem pêşxistine û wiha berdewam kir: "Li herêma Kurdistanê bi planê hişmendiya faşîzma tunekirinê zevk dîstîne û xwiya dike ku carek din merhamet bi wan re tuneye. Hişmendiya ku bi xwîna dehan mirovan xwe xwedî dike, îro dixwezin heman tiştî bixin nav gogê de jî. Bi teybetî şerê li ser Mor Tribûnê didin meşandin û dixwazin me bêxin û bêzarbikin, bêketin û bêzarbûn em li vê derê ne. Bila zanibin em zarokên gelên bindestin em ê tucar ne kevin. Berxwedana me ji gelan re mînake."

'Têkoşîna me peşêngiya têkoşîna jinaye'

Yekta dazanî ku alîgirê koma jinan li hember hişmendiya nijadperestî xwe bi hêztir dike û wiha lê zêde kir: "Hişmendiya nijadperestiya mêran ya desthilat li hember alîgirên jinan tê xwiya kirin. Mêr dixwaze bi zayendiya xwe nasname ya jinan bi perçiqîne û bi ser keve. Têkoşîna me pêşengiya têkoşîna jinane. Ev hişmendî me bêhtir bi hêz dike û bi kirinên xwe fêrî me dikin bêka em ê çawa bi ser kevin."

(dt/zt)