Jinên sporvan bi serkeftiyên xwe Hokeyên xwe didin nasandin

10:36

JINHA

AMED - Jinên ku li qadên sporê asta serkeftinê bilind dikin, şaxê sporê hokey a ku li Tirkiyê zêde nayê nasîn jî bi serkeftinên xwe didin nasîn.

Ji şaxên sporê hokeyî a ku li Ewropa gelek tê lîstin û li Tirkiyê nayê nasîn hêdî hêdî xwe dide nîşan. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleya Amedê bi avakirina koma hokey li herêmê dibe yekem kom. Li Tirkiyê herî zêde futbol, basketbol û voleybol ji şaxên sporê tê lîstin û nasîn. Lê bi dilxwaziya sporvanan re êdî hokey jî cihek taybet digre. Li zanîngeha Dîcleyê sporvanên jin ên ku hokey dilîzin rastî eleqe û alîgiriyek mezin tên.

Ji koma jinên ku îmze li binê gelek serkeftinan dane Dîlek Kardeşşoglu, 3'ê salin hokeyî dileyîze. Dîlek diyar kir ku hokey sporek bi keyîfe û sûdê dide mirov û wiha got, "Spor gelek guhertin di jiyana min de avakir. Hokey beşek hişke di nava leyîstika sporê de, lê wek jin me nîşan kir ku jin dikare vê yekê jî bi ser bixe. Em ji mêran çêtir dilîzin."

'Divê jin di sporê de hîn bi bandortir bin'

Dîlek da zanîn ku hokeyî wek şaxak yê sporê zêde nayê nasîn û got ew bi sayê serkeftinên xwe bi hokey ve hatî girêdan û wiha pêde çû, "Çawan ku jin li her qadê li pêşe dixwazim di şaxa hokey de jî bibînim. Derbarê sporê de xeyalê min ew e ku dema pêş di şaxa hokey de serkeftinek mezin bi dest bixim û bibim antrenor."

'Spor rûhê hevgirtinê hînê min kir'

Xwendekara Perwerdehiya Beden Pervîn Şîmşek ya ku salek hokey dilîze, wiha hokeyî dide nasîn, "Wek futbol ango sporê ku em her dem dikin dileyîzin. Gokek biçûk heye, bi darikê destê xwe de em hewildidin gokê bixin kaleyê. Ev spor rûhê hevgirtinê hînê min kir. Girêdanbûna min a li hember hevalên min zêde kir. Şaxa hokey yê sporê li herêmê zêde nayê nasîn, ji bo bêhtir bê pêşxistin divê piştgirî bê dayîn."

'Ez dixwazim serkeftina jinan nîşan bidim'

Ji sporvanan Zahîde Kara jî 5 sale hokey dileyîze. Zahîde destnîşan kir ku wek li her qadê jiyanê li qadê sporê jî dixwazin jin dûr bixin û wiha berdewam kir, "Ez bi sporê re dixwazim nîşan bidim ku jin di her qadê de bi serketiye. Şaxa hokey kêm tê nasîn, dixwazim belav bibe. Bi qasî kedê xwe hem dixwazim sporê bidim jiyandin hem jî dixwazim wek sporvanek serkeftinên mezin bi dest bixim."

(rc)