Jinên Amûdê feresetê civakê diguherin

09:10

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ - Li bajarê Amûdê koma (takim) jinan a ajotina bîsîkletê di nav bajêr de gerek pêk anîn.

Koma Jinan a Ajotina Bîsîkletê bi dirûşmeya, 'Civaka Azad Newroza Herdem' gerek pêk anîn. Kom li nav kolanên bajêr de geriyan û li bisîkletên xwe siwar bûn û ev ger ji meydana Dirbêsiyê heya Kemera Başûr û ji wir jî heya meydana Jina Azad dewam kir. Komê, bisîkletên xwe bi kevok û balonan xemilandin û li ber çavên şaşmayî yên derdor de dirûşmeya 'Civaka Azad Newroza Herdem' de gerek pêk anîn. Cihê gotinê ye ku li Rojava û Sûriyê bi giştî, hejmara jinên ku motorsîklet, bîskîlet û erebeyan diajon kêm in. Ji bo ev feraset jî were şikandin, koma Jinên Ajotkarên Bîsîkletê gereke dirêj di nav kolana herî qelebalix a bajêr de pêk anîn û ji hêla hemwelatiyan ve bi baldarî hatin şopandin.

(jh/rc)